Ji PE'yê panela 'Li dijî DAIŞ’ê rêveberiya xweser a demkî ya Şengalê'

Panela guhdarîkirina li daxwazên "rêveberiya xweser a demkî ya Şengalê" ya delegasyona fermî ya PE ya ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar, bi beşdariyeke mezin pêk hat.

Panela guhdarîkirina li daxwazên "rêveberiya xweser a demkî ya Şengalê" ya delegasyona fermî ya PE ya ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar, bi beşdariyeke mezin pêk hat. Weke qiseker serokê hikûmeta demkî ya Şengalê Seîd Hesen, endamê rêveberiya xweser û hêza parastina Êzidiyan Nûrî Mîrza û Xalit Salîh Faris, ji nûnerên Hêza Nînova ya Asuriyên li Iraqê Sharbîl Hanna Matty, Serokê yekitiya Welatparêz a Betnahrîn Yousîf Yakoup Mattî, ji nûnerên civaka Tirkmen Hasan Tawfîq Aydinli, Niyazî Mîmar Oglû beşdarî panelê bûn.

Serokê Delegasyona Fermî ya ji Parlamenta Ewropayê (PE) ya ji têkiliyê bi Iraqê re berpirsyar e, parlamenterê Îngîlîz Davîd Campbell Bannerman got: "Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de em berxwedana wan a li Şengalê pîroz dikin." Cigirê serokwezîr Brîan Hayes yê Îrldandayî jî da zanîn ku pêşmerge jî di nav de destekê didin hemû şervanên Kurd.

Piştre nûnerên heyeta Êzidiyan ya bi vexwendînameya fermî ya YE’ê hatibû, axivîn. Serokê demkî yê hikûmeta Şengalê Seîd Hesen da zanîn ku rejîmên otorîter û zextdar ên Rojhilata Navîn li serê gelan bûne bela û destnîşan kir bihara Ereban veguheriya zivistanê û bi armanca komkujiya Kurdan DAIŞ derketiye holê

Hesen diyar kir ku eger ji şervanên PKK’ê nebûna wê DAIŞ’ê ew ji nexşerê rakira û got: "Mixabin yên ku divê em biparastana jî li holê tinebûn." Hasan hewcedariyên rêveberiya xweser a demkî ya Şengalê anî ziman û bang li YE, NY û raya giştî ya cîhanê kir ku di vê mijarê de berpirsyariya xwe bînin cih.

Ji hêza parastina Êzidiyan YBŞ’ê Nûrî Mîrza jî rewşa Êzidiyên rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatine vegot û hewcedariya hêzên ku li Şengalê li ber xwe didin, anî ziman.

Mîrza da xuyakirin ku YE jî di nav de heta niha gelek hêzan soza alîkariyê dane lê ti hewcedariyên wan nehatine cih û anî ziman ku eger ger li şûna çekên sivik, çekên giran di destê wan de hebûna wê zêdetir serketîbûna.  Qisekerên heyeta Êzidiyan pirsgirêkên ku di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de rû dane yên wekê koledarkirina jin û zarokan, komkujî û pêkanînên li ser wan, pirsgirêka çekan, mijara organîzeyê ya li dijî dagirkeran, rêvebreiya xweser a demkî ya herêma Şengalê, rewş û hewcedariya gelê Şengalê pêşkêş kirin û destnîşan kir uk ew li benda alîkariyê PE, YE, NY û raya giştî a cîhanê ne.

Nûnerên civaka Asurî û Tirkmen jî komkujî û sirgûnên di dema Saddam û piştî Saddam de jiyane vegot.

...