Kampanyaya dermanan a bi armanca piştgiriya bi Rojava re ji aliyê Odeya Dermansazan a Mêrdîn Şirnexê ve hat destpêkirin didome. Dermanên di çarçoveya kampanyaya ‘Rojava’ya kardeş elî’ hatin komkirin ji Rojava ve re hatin şandin.
Di çarçoveya kampanyaya dermanan a bi navê “Kardeş Elî” bi armanca piştgiriya bi Rojava re ji aliyê Odeya Dermansazan a Mêrdîn Şirnexê ve hat destpêkirin dermanên ji TIR û qemyonekê pêk dihatin ji Rojava re hat şandin. Di nav alavên hatin şandin de, kelûpelên cîhazên tibî û medîkal jî hene. Alîkarî di Deriyê Sînor ê Şenyurt (Dilbêsiyê) re ji Rojava re hatin şandin.
Rayedarên Odeya Dermansazan a Mêrdîn Şirnexê gotin ku alîkariyên şandine li gor lîsteya rayedarên li Rojava amade kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya kampanyayê de bi rêya qumbereyên li dermanxaneyan, hesabê alîkariyê û SMS’yan li benda piştgiriyê ne.
HESABÊ ODEYA DERMANSAZAN A MERDÎN ŞIRNEX A VAKIF BANK WIHA YE
TR05 0001 5001 5800 7302 2232 90
Facebook: Rojavaya kardeş eli
Twitter: @rojavakardeseli #rojavayakardeseli
Telefon: 0536 899 2887/0533 280 9083/0482 212 8747
Adres: Mardin Eczacı Odası, Vali Ozan Caddesi, Ozçelik Apartman Kat :6 No:11 Artuklu/Mardin