Ji nû ve rojbûna gelên bindest: 4'ê Nîsanê

Di nava şert û mercên şerê topyekûn ê AKP li hemberî gelê Kurd dimeşîne de bi sed hezaran kes ji bo pîrozkirina 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Xelfetiyê li hev bicivin û daxwaza azadiya Ocalan bilêv bikin.

Bi şiyara 'Rêwîtiya ber bi rojê ve' ji sala 2004'an û vir ve rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal bi tevlîbûneke zêde tê pîrozkirin. Di rojbûna 67. de wê bi sed hezaran kes li Xelfetiyê daxwaza azadiya Ocalan bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê dîroka Kurdan guherand, di 4'ê Nîsana 1948'an de li gundê Amara yê navçeya Riha Xelfetiyê ji dayik bû. Hînê di emrê xwe yê xwendina lîseyê de li dijî polîtîkaya asîmîlasyon, înkar û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd derket, di salên 1970'î de bi kûrbûneke li ser vê mijarê re di sala 1978'an de pêşengî ji ragihandina tevgera PKK'ê re kir û ev polîtîkaya înkar û tinekirinê pûç kir. Ocalan bi têkoşîn û felsefeya xwe re, bû kesê ku gelê Kurd bi cîhanê re da naskirin. Ocalan ê ji serhildana gelê Kurd a ku weke raperîna 29. tê pênasekirin re pêşengî kir, gelê Kurd ji nava xweliyên wê ji nû ve afirandin. Bi komek ji ciwanan re dest Têkoşîna Azadiyê ya Kurd da destpêkirin û gihand bi mîlyonan mirovan. Gel û rêxistineke ti carî têk naçe, gav bi gav afirandin.

DAXWAZA GELAN AZADIYA WÎ YE

Hêzên serdest û global ên li pêşberî mezinbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Ocalan hilkumîn, di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî re di çarçoveya berjewendî û tifaqa xwe ya gemarî de Ocalan revandin Tirkiyeyê. Ocalan ê 17 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran de tê ragirtin, bi parêznameyên xwe, bi perspektîf û pêşniyarê xwe re xwe bi cîhanê re da qebûlkirin, bê lîderekî çawa ye. Tecrîda ku rejîma AKP'ê ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve li hemberî Ocalan dimeşîne û rewşa kaosê û şerê di asteke bilind de ev saleke li Kurdistanê tê meşandin, careke din nîşan didin ku çareseriyek bêyî Ocalan nabe. Bi sed hezaran kesên bi wesîleya 4'ê Nîsanê li Xelfetiyê li hev bicivin, wê daxwaza azadiya Ocalan bilêv bikin.

PÎROZBAHIYA DESTPÊKÊ

Rojbûna Ocalan, ku bi felsefeya xwe ya jiyanê re di nava gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin de cih girtiye, her sal li gelek navendan bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin. Di salên dawî de ev pîrozbahî girseyî bûn û li Xelfetiyê veguherî festîvalekê. Rojbûna Ocalan cara yekemîn di sala 2004'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) bi şiyara 'Rêwîtiya ber bi rojê ve' hat pîrozkirin. Di nava 12 salên bihurî de, tevî astengiyuan jî di 4'ê Nîsanê de bi deh hezaran kes li Xelfetiyê, bi mîlyonan kes jî li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê li hev dicivin û pîroz dikin. Di pîrozbahiya destpêkê ya 4'ê Nîsana 2004'an de, ji ber astengiya AKP'ê û pêkanînên antî demokratîk ên dewletê, heyetek temsîlî çû gundê Amara û rojbûna Ocalan pîroz kir. Lê belê, ji bo tevlî pîrozbahiya destpêkê bibin bi hezaran kes ji gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe gihandibûn Xelfetiyê. Rejîma AKP'ê û dewleta Tirk ên xwestin pêşî li pîrozbahiya girseyî ya destpêkê bigirin, bi hejmareke zêde ya polîs û leşkeran li pêşiya navçeyê pêşî li gel girt. Di pîrozbahiya destpêkê de heyetek ji 15 kesan çû gundê Ocalan û tevî malbata Ocalan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

SAL BI SAL TEVLÎBÛN ZÊDE BÛ

Piştre sal bi sal hejmara mirovên tevlî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd bûn zêde bû. Li hemberî vê yekê helwesta dewleta Tirk bêhtir dijwar bû û bi provokasyonan re dewletê xwest pêşî li pîrozbahiyan bigire. Ji ber ku destûr ji çûyîna gundê Amara nehat dayîn, girseya gel li bajarokê Alîgor ê ser bi navçeya Riha Pirsûsê dest bi pîrozbahiyê kirin. Kurdan û dostên wan tevî hemû astengiyan jî li Alîgorê pîrozbahî pêk anîn.

GEL JI BO BIÇE AMARA BI SAETAN LI HEMBERÎ POLÎS Û LEŞKERAN LI BER XWE DA

Di 4'ê Nîsana 2008'an de, ji ber ku mijara jehrandina Ocalan ket rojevê, gelê Kurd di 4'ê Nîsanê de li Alîgorê li hev civiya. Bi deh hezaran kesî piştî rojekê di 4'ê Nîsanê de ji bo biçin Amarayê berê xwe dan Xelfetiyê. 20 kîlometre nêzî Xelfetiyê, bi bahaneya 'operasyon li herêmê heye' bi fermana Walîtiya Tirk a li Rihayê pêşî li gel hat giritn. Tevî her tiştî jî gel xwe bimeşe Amarayê, lê leşker û polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin. Ji ber vê êrîşê û berxwedana gel, gelek kes birîndar bûn. Berxwedana gel bi saetan dewam kir.

DAG Û KARAOGLAN LI SER RÊYA AMARA TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛN

Piştî salekê di 2009'an de bi hezaran mirovên ji bo biçin Amarayê ji bajarokê Alîgorê vegeriyan Xelfetiyê, li herêma Karataş a Bêrecûkê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin. Gel bi biryardarî xwest biçe Amarayê û bi vê armancê bi peyatiyê ber bi Xelfetiyê ve meşiya. Lê leker û polîsan li pêşiya gel bend danîn û bi awayekî wehşî bi panzer û TOMA'yan êrîşî gel kirin. Gel jî bi keviran xwe parast û bi saetan li hemberî êrîşa leşker û polîsan li ber xwe da. Lê belê ji ber bombeyên gazê yên leşker û polîsan, ku nîşan girtin û avêtin, ji ciwanên Kurd Mûstafa Dag ê ji Pirsûsê û Mahsûm Karaoglan ê ji Erxeniyê hatin qetilkirin. Bi dehan kes birîndar bûn. Dag û Karaoglan weke şehîdên Amara hatin bîranîn. Di salên piştî vê de, hevrêyên Dag û Karagolan di her çalakiya rojbûnê de li cihê lê hatine qetilkirin, wan bibîr tînin.

JI ÇAR ALIYAN VE GEL HERIKÎ

Di çarçoveya pîrozbahiyên rojbûna Ocalan de TUHAD-FED'ê di sala 2010'an de bi dirûşmeya 'Rojbûna te rojbûna me ye, azadiya te azadiya me ye' çalakî organîze kir. Li gorî salên bihurî, ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê hîn bêhtir mirov herikîn bajarokê Alîgor ê Pirsûsê. Piştî çalakiya li vir, heyeteke temsîlî ku ji 650 kesan pêk dihat di 4'ê Nîsanê de çû gundê Amara. Heyetê li Amarayê pêşangeha wêneyên Ocalan li mala Ocalan lê ji dayik bû vekir û di vegerê de li cihê Dag û Karaoglan lê jiyana xwe ji dest dan, ew bibîr anî.

PÎROZBAHÎ VEGUHERÎ FESTÎVALÊ

Yekemîn rojbûna Ocalan a li astengiyên rejîma AKP'ê û dewletê naliqî, tevî hemû provokasyonan jî di sala 2011'an de vê carê li warê Ocalan Xelfetiyê pêk hat. Pîrozbahî li Qada Azadiyê hat lidarxisitn û bi deh hezaran kesên ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî bûn. Jİ ber coş, kelecan û tevlîbûna xurt, pîrozbahî veguherî festîvalê. Roja 4'ê Nîsanê jî weke temsîlî hezar kes çûn Amara û di vegerê de şehîdên Amara Dag û Karaoglan li cihê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

XWERANEGIRTINA LI XWEDÎDERKETINA 2011'AN DI SALA 2012'AN DE XWE NÎŞAN DA

Dewleta Tirk xwe li vê pîrozbahiya bi heybet a sala 2011'an ranegirt û ev bêtehemûliya xwe di 4'ê Nîsana 2012'an de nîşan da. Ji ber vê bêtehemûliyê, ji bo pêşî li çûya Amarayê bigire, dewletê li bajêr û tevahiya welêt rewşeke awarte xist dewrê. Ji ber vê yekê girseya gel nikarîbû xwe bigihîne Xelfetiyê. Di heman demê de ji ber vê astengiyê, li gelek deveran di navbera gel û polîsan de şer derket. Lê belê ciwanên li Xelfetî û gundên li derdorê dijîn, tevî hemû astengiyan jî xwe gihandin Amarayê û li ser navê gelê Kurd rojbûna Ocalan pîroz kirin.

ROJBÛNA 64.

Yek ji salên ku pîrozbahî lê nehat qedexekirin, pîrozbahiya 2013'an a li Xelfetiyê bû. Ji ber ku astengî nehat derxistin û bi destpêkirina 'pêvajoya çareseriyê' ya bi Newroza dîrokî ya Amedê re, bi deh hezaran kes bi coşa Newrozê herikîn Xelfetiyê. Roja 4'ê Nîsanê jî bi deh hezaran kesan berê xwe dan Amarayê û rojbûna 64. a Ocalan pîroz kirin. Zarokan li gundê Ocalan Amarayê bafirok firandin. Pasta rojbûnê hat birîn. Piştî pîrozbahiya li Amarayê di vegerê de girseya gel berê xwe da cihê şehîdên Amarayê Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan lê hatin qetilkirin û ew bibîr anî.

ROJBÛNA 65.

Pîrozbahiya sala 2014'an a li Xelfetiyê jî heman piştî hilbijartinên herêmî hat lidarxistin. Ev pîrozbahî jî coşa bidestxistina Şaredariya Xelfetiyê pêk hat û rojbûna 65. a Ocalan di astmosfereke karnavalê de hat pîrozkirin. Bi pêşengiya TUHAD-FED'ê bi şiyara 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' careke din bi deh hezaran kes li Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê li hev civiyan. Ji 7 heta 70 salî bi deh hezaran kesî rojbûna Ocalan li Amara pîroz kirin û li cihê şehîdên Amarayê lê jiyana xwe ji dest dan Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan bibîr anîn.

ROJBÛNA 66. 

Di 4'ê Nîsana 2015'an de raya giştî careke din ji kombûna deh hezaran kesî re şahidî kir. Ji 2'ê Nîsanê û pê ve gel herikî Xelfetiyê û 66. rojbûna Ocalan li Xelfetiyê bi coşeke mezin pîroz kir. Pîrozbahiya herî girseyî jî ya 4'ê Nîsana 2015'an bû. Li vê derê lîstikên şano hat pêşkêşkirin, komên govendê derketin pêşberî beşdaran û hunermendên Kurd hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahiyên di sibeha 3'ê Nîsanê de destpê kirin, heta sibeha roja din dewam kir. Bi hilatina rojê re girseya gel berê xwe da gundê Amara û li vê derê ji aliyê malbata Ocalan ve hat pêşwazîkirin. Pasta ji bo Ocalan hatibû amadekirin, ji aliyê zarokên şehîdê Amara Mûstafa Dag ên 6-8 salî ve hat jêkirin. Gel piştî çalakiya li vir berê xwe da cihê Karaoglan û Dag lê hatin qetilkirin û şehîdên Amara bibîr anî.

DI ROJBÛNA 67. DE WÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN BÊ BILÊVKIRIN

Çalakiya bi wesîleya 67. rojbûna Ocalan jî di nava şert û mercên konsepta şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd de, ji aliyê TUHAD-FED'ê ve bi şiyara 'Bi ruhê Newrozê ber bi Amara ve' tê lidarxistin. Di pîrozbahiyê de wê daxwaza azadiya Ocalan bê bilêvkirin. Komîteya amadekar li bendê ye bi sed hezaran kes di 3-4'ê Nîsanê li hev bicivin.

SIBE: Siyasetmedarê Kurd Davût Ûtkûn ê bi Ocalan re ma û di Doza Bingehîn a PKK'ê de hat darizandin, 20 salan li girtîgehê hat ragirtin, qala Ocalan dike...