Ji MUB'ê daxuyaniya Cejna Paskalya

MUB'ê der barê cejna Paskalya de daxuyaniyek weşand û got, "Kî ji xwe re baweriya Mesîh bike pîvanê jiyanê, wê zaliman têk bibe, bê edaletiyê teşhîr bike û bibê nûnerê rastiyan."

MUB'ê der barê cejna Paskalya de daxuyaniyek weşand û got, "Kî ji xwe re baweriya Mesîh bike pîvanê jiyanê, wê zaliman têk bibe, bê edaletiyê teşhîr bike û bibê nûnerê rastiyan."

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku di dîroka olên yek Xwedayî de mûcîzeya vejîna Mesîh, di nava mirovahiyê de ji derketina ji nava tarîtiyê û xwegihandina ronahiyê de, bûye çavkaniya hêviyê.

MUB'ê diyar kir ku gelên bindest li Rojhilata Navîn bi sedan salan li dijî zalimên bê rehm li ber xwe dan û got, "Ji ber ku koledarî û bê edaletiyê qebûl nake. Di sedsala 21'an de cejna vejîna Mesîh, li Rojhilata Navîn bi felsefeya azadkirina civakan û avakirina sîstemeke demokratîk re bêhtir watedar bûye. Gelên bindest bi nêrînên hemdem re li dijî rêxistina hovîtiyê DAIŞ'ê û destekdarên wê, têkoşîneke mezin dimeşînin. Gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî jî ji bo hebûn û pêşeroja xwe li gel şerê rûmetê cih digire. Gelê Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî) ji ber ku nûner û çavkaniya nirxên demokratîk û şaristaniyên Mezopotamya ye, her tim li êrîşên hêzên paşverû rast hatiye."

MUB'ê da xuyakirin ku gelê Suryanî yê hat xwestin bi qirkirina sala 1915'an ji holê bê rakirin, di sedsala 21'an de li Iraq, Sûriye, Lubnan û tevahiya Rojhilata Navîn rastî qirkirinên nû hat û destnîşan kir ku gelê Suryanî bi berxwedanê bersiv daye van qirkirinên nû û ev gel êdî ji tinebûnê derbasî pêvajoyeke vejînê bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nasname û neheqiyên lê rast hatiye di platformên cuda de tên rojevê û naskirin. Kî ji xwe re baweriya Mesîh bike pîvanê jiyanê, wê zaliman têk bibe, bê edaletiyê teşhîr bike û bibê nûnerê rastiyan. Ji bo têkoşînek di oxira maf û azadiyan de bê dayîn, gelekî girîng e ku xaka welêt neyê terikandin. Berxwedana Xabûrê, ji ber ku xaka welêt û nirxên mirovahiyê, dostaniya gelan û rûmeta gelê me diparêze, gelekî pîroz e" û hat ragihandin ku yên di nava vî şerê pîroz de cih digirin û xaka lê ne neterikandine, hewariyên hemdem û rasteqîn ên Mesîh in.

MUB'ê got, "Şehîdên berxwedana Xabûrê bi pêngiya ji vejîna neteweyî re, bi cejna vejînê ya Mesîh re bûne yek û ala gelê me bilind kirine. Careke din em cejna vejînê li hemû oldar, gelê me û civaka Xiristiyan pîroz dikin."