Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargehê bi tevlêbûna welatiyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji bo piştgiriya ji çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê dane destpêkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji aliyê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargehê ve bi beşdariya bi sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan, ji bo greva birçîbûna ya bêdem û bêdorveger ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve hatiye destpêkirin balê bikişînin ser û piştgiriya xwe nîşan bidin daxuyanî dan çapemeniyê.
Li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Beriya daxuyaniya Meclîsa Gel ya Demokratîk jî Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer axifî. Şaredar Ehmed Ozer dest nîşan kir ku salek û nîveke li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke girankirî tê meşandin. Dewleta Tirk ku tu maf û huqûqê gerdûnî jî nas nake bi awayekî dij-mirovatiyê êrîşî nirxên gelê Kurd dike.
Endamê Meclîsa Gel ya Demokratîk Fîlîz Budak jî daxuyanî da û destnîşan kir ku gelê Kurd bi salane ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û gerdûnî di nav berxwedan û têkoşîneke mezin de ye. Budak anî ziman ku, ji bo bidestxistina van mafan bi deh hezaran keç û xortên Kurdan jiyana xwe bi lehengî ji dest dane û wiha berdewam kir: "Berxwedan û sekna pêşengên PKK'ê ya li Zîndana Amedê, çalakiya fedayî ya Hevala Zîlan û li beramberî xiyanetê sekna Hevala Bêrîtan tenê çend nimûne ji dîroka berxwedêr ya vê tekoşînê ne.”
Budak da zanîn ku li beramberî têkoşîn û berxwedana bi rûmet a gelê Kurd û li hemberî nirxên wê yên pîroz êrîş û komployên dijminan qet ranewestiyaye, bi hemû cureyên ji dij-mirovahî rê û rêbaz hatine bikaranîn û wiha lê zêde kir: "Ger em îro li pêşketinên diqewimin temaşe dikin ev êrîşên tunekirin û înkarê yên li dijî gelê Kurd di asta herî bilind de ye. Ji ber ku li hemberî şervanên azadiyê ketine tengasiyeke mezin hemû cureyên çekên qedexe bi kar tînin û êrîşên hewayî bêrawestan didomin. Girtin û binçavkirin, zext û zora li ser girtiyan bêsînor tê meşandin. Bi taybet li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tecrîdek ku tu nimûneyên wê li cîhanê tune ye tê pêkanîn. Ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an heya niha hevdîtina parêzeran ya bi Rêber Apo re pêk nayê û ji jiyana Rêber Apo gûman tê kirin."
'GÛMAN ZÊDE DIBIN'
Budak daxuyand ku, bi armanca dawîlê anîna tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 450 rojin didome û ji bo afirandina şert û mercên parastin, tenduristî û azadiya Ocalan û stendina mafê parastina bi zimanê dayikê ji hêla hezaran girtiyên PKK û PAJK û girtiyên siyasî ve yên zîndanên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû kirin 39 rojin didome. Eger em dîroka berxwedana zîndanan a girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li ber çavan re derbas bikin û gotina pêşengên PKK'ê ku digotin, 'Teslîmiyet xiyanetê, berxwedan serketinê bi xwe re tîne' bînin berçav û daxuyaniyên girtiyên niha di greva birçîbûnê de bigirin dest di demek nêz de jiyandina şehadetan ne dûr e. Ji ber ku li beramberî van çalakiyên greva birçîbûnê hem rayedarên Tirk hem ji raya giştî ya cîhanê bêdeng û xemsar tevdigerin."
Budak bibîrxist ku, wekî Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem û gelê welatparêz yê Wargeha Şehîd Rûstem ji jiyana tevayî girtiyan guman dikin û banga xwedîderketin û dengê xwe bilindkirinê dikin wiha dawî li daxuyaniyê anî:
"Em çalakiya pîroz a giyanê Mazlûman, Ferhatan, Kemalan, Semayan, Bêrîtanan li tevayî girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên domandin silav dikin û bejna xwe li hember berxwedana wan ditewînin. Ji dil û can piştgiriya xwe ji bo wan didin diyarkirin û dibêjîn dilê me bi dilê were lêdide. Dubare bang li dewleta Tirkiye û hevalbendên wê dikin dawî li çewisandinên xwe bînin û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bên daxwazên girtiyan yên derbarê Rêber Apo de bi cih bînin. Ger vê nekin û di van çalakiyan de şehadet pêk werin, wê dewleta Tirkiye û hevalbendên wê ji bin vê berpirsyariyê dernekevin û wê gelê Kurd û şopdarên wan hesabê pêwîst ji wan bistînin. Em dibêjîn serketina gelê Kurde, azadî ji her demê bêhtir nêzîktire û wê berxwedana girtiyan serketinê bi xwe re bîne."
Piştî daxuyaniyê gel dirûşmayên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bilind kirin.