Ji Kurdên Elewî mîtîng: Wê DAIŞ’ê bi cih bikin
Kurdên Elewî yên li gundê Terolar a Gurgumê, ji ber fikara ku wê DAIŞ'ê li warên wan bi cih bikin û konbajarê li ser vî esasî neyê avakirin, mîtîngek li dar xistin.
Kurdên Elewî yên li gundê Terolar a Gurgumê, ji ber fikara ku wê DAIŞ'ê li warên wan bi cih bikin û konbajarê li ser vî esasî neyê avakirin, mîtîngek li dar xistin.
Kurdên Elewî yên li gundê Terolar a Gurgumê, ji ber fikara ku wê DAIŞ'ê li warên wan bi cih bikin û konbajarê li ser vî esasî neyê avakirin, mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sûltan Abdal Salman Akdeniz, diyar kir ku ew ne li dijî penaberan in, lê li dijî cih-warê kampê ne. Piştî mîtîngê leşkeran mudaxaleyî girseyê kir û 2 kes binçav kirin.
Li gundê Terolar ê Gurgumê di pêşengiya Platforma Jiyanê ya Gurgumê de Kurdên Elewî li dijî avakirina konbajarê penaberan a li mêrga wan ev 11 roj in nobed tê girtin. Elewiyên Kurd li dijî avakirina konbajar mîtîng pêk anîn û bertekên xwe yên li dijî polîtîkayên dewletê anîn ziman. Di mîtingê de wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, Muslum Dogan, endama KJA'yê Sebahat Tûncel, Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, Hunermend Pinar Aydinlar, ji komeleya Weqfa Çanda Anatolya ya Hacı Bektaşı Velî, Komeleya Çanda Pir Sûltan Abdal, Komeleya Elewiyên Demokratik û gelek kesên din amade bûn. Li qada mîtîngê pankarta "Em bi Riza re biçin mêvandarî êweleh, ji qatilên re qet, Em li Gurgumê kampa DAIŞ'ê naxwazin" vekirin. Dîsa dowizên "Dest nede deşt, gund û axa min", "Berxwedan dê bidome hezar silav ji Terolarê re" û "Hem li qadê û hem jî di hiqûqê de berxwedan wê bidome." Welatiyên Elewî jî siloganên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Gelê Terolarê ne bi tenê ne" berz kirin.
'EM PENABERIYÊ BAŞ DIZANIN'
Keyayê gundê Sivrice Mehmet Cem, di mîtîngê de diyar kir ku bi walîtiyê re hevdîtin kiriye û ji bilî qada Terolarê 16 qadên din diyar kirine. Keyayê gundê Kopruagizi Kenan Yilmaz jî diyar kir ku li gundê wan fabrîqe û kargerî tune, lê li gel vê yekê dîsa dixwazin penaberan li vir bi cih bike û wiha got: "Lê em destûr nadin. Rêveberê Platforma Jiyana Gurgumê Hasan Huseyin Demirel jî anî ziman ku ew mafê xwe yê demokratîk bi kar tînin û ew li vir kampê naxwazin."
Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdalê Salman Akdeniz jî bertekên xwe anî ziman û got: “Em ne li dijî penaberan in, lê li dijî cih-warê kampê ne."
Parêzerê gundan Mehmet Çarman jî axivî û wiha got: "Bêguman divê dewlet pirsgirêka stara welatiyan bide ser milê xwe. Lê, divê dema hin kesan bistirîne, aramiya kesên din jî xera neke. Divê ewlehiya can, mal û çanda wan biparêze. Em dizanin wê li van kampan endamên DAIŞ'ê bên bicihkirin. Em îro li vir in, em ê sibehê jî û her dem jî li vir bin."
Welatiya gundê Terolarê Done Goksungur jî anî ziman ku bi zanebûn gundên Elewî hatine hilbijartin û wiha got: "Em wekî jin em ê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin."
Li ser navê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa Bariş Yilmaz jî wiha got: "25 sal berê ez koçber bûm. Em ji ber şer ji cih û warên xwe koçber bûn. Em koçberiyê baş dizanin. Kabeya me mirov e."
'DIXWAZIN KEMBERA EREBAN LI VIR AVA BIKIN'
Wekîlê HDP'ê Mahmut Togrul jî anî ziman ku AKP Sûriye kiriye gola xwînê û wiha got: "Ji ber yer bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Wê penaberên Ewropa jî bînin vir. Dixwazin kembera Ereban li vir ava bikin. Eger ku hûn bêjin divê kamp li kû neyê avakirin, em ê bêjin kamp li Gundê Sivricehoyukê nayê avakirin. Wê endamên DAIŞ'ê yên ku li Enqere, Pirsûs, Belçîka, Îstîklalê komkujî pêk anîn li vê kampê bi cih bikin. Li Şengal û Rojava komkuji pêk anîn, lê niha li vir in."
JENDERMEYAN ÊRÎŞ KIRIN
Li aliyê din kesên xwestin beşdarî mitîngê bibin, di ketina kampê de rastî astengiyê hatin. Welatiyan astengiya leşkeran şermezar kir û xwestin bimeşin qada mîtîngê. Leşkeran bi bombeyên gazê mudaxaleyî komê kir û 2 welatî bin çav kirin. Piştî mudaxaleyê kesên beşdarî mîtnîngê bûn dîsa vegeriyan konê nobedê û nobeda xwe berdewam kirin.