Ji Konseya Navneteweyî ya FCC’yê banga azadiya Ocalan

Ji Konseya Navneteweyî ya FCC’yê banga azadiya Ocalan

Konseya Navneteweyî ya Forûma Civakî ya Cîhanê (FCC) ku li Tûnsiê kom bû, piştgirî da kampanyaya îmzeyan a ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Konseyê her wiha binçavkirina endamê rêveberiya KON-KURD’ê Yilmaz Orkan ku ji aliyê Belçîkayê ve pêk hat şermezar kir û xwest serbest bê berdan.

Konseya Navneteweyî ku piştî Forûma Civakî ya Cîhanê ku 26-30’ê adarê li Tûnisêpêk hat, di otelekê de li hev civiya. Ji 127 endamên konseyê, 120 endam amade bûn. Di civînê de li ser plansaziya ji niha û pêve ya forûmê gotûbêj hatekirin û biryarên cûda hatin girtin.

60 HEZAR KES TEVIL BÛN

Li gorî agahiyên ku di civînê de hatin dayih di navbera 26-30’ê adarê de 60 hezar kes tevlî bûn. Het wiha hate diyarkirin ku kartên têketinê dane 50 hezar kesî, 8 hezar kes jî bi awayeke çalak di forûmê de dixebitîn û 1800 kes jî weke rojnamevan bi kartên rojnamevaniyên tevil bûn. Agahî hate dayin ku derdora 4500 komele beşdar bûn û bi hezaran platformên gotûbêjan hatin danîn.

Di civîna Konseya Navneteweyî de ku ji aliyê ANF’ê ve jî hate şopandin, hate diyarkirin ku dahata forûmê 1 milyon û 4 hezar Euro bû û lêçûna wê jî milyonek û 100 hezar euro bû.

Piraniya endamên konseyê diyar kirin ku forûm bi awayeke “serkeftî” derbas bûye û êrîşa komeke Fasî ku li hemberî delegasyoneke Fasî pêk hat, di bin navê piştgiriya Filistînê de şewitandin û qetandina ala Îsraîlê û di meşa ji bo piştgiriya Filistînê ku di roja girtina forûmê 31’ê adarê de pêk hat beşdarbûna Selefiyan mijarên sereke yên nîqaşan bûn. Her wiha anîna wêneyên Xumeynî û Seddam Huseyin bo formê rê li ber nerazîbûnên dijwar vekir.

Li ser navê delegasyona Kurdan Latîfe Erîn tevlî civînê bû. Piştî hewldanên dîplomasî yên du rojan, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biçavkirina endamê KON-KURD’ê Yilmaz Orkan jî ketin rojeva civînê.

BILA YILMAZ ORKAN SERBEST BÊ BERDAN

Hemû endamên konseyê deklerasyona ku binçavkirina Yilmaz Orkan şermezar dike û daxwaza azadiya wî dike îmze kirin. Endamê Lijneya Rêveberî ya Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Yilmaz Orkan û di heman demê de endamê Konseya Navneteweyî ya Forûma Civakî ya Cîhanê ye, ji bo tevlî forûmê bibe dema dixwest biçe Tûnisê roja 24’ê adara 2013 li Balafirgeha Navneteweyî ya Brukselê hate binçavkirin. Ji bo serbestberdana Yilmaz Orkan civîna çapemeniyê hate kirin, binçavkirina wî hate şermezarkirin û daxwaza serbestberdana wî hate kirin.

Endamên Konseyê kampanyaya îmzeyan ku di asta navneteweyî de ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin îmzekirin û da diyarkirin ku ew ê li ser malperên înternetê yên komeleyên xwe banga dayina îmzeyan bikin. Latîfe Eren ji ANF’ê re got: “Endamên Konseyê dan diyarkirin ku ew pêvajoya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin girîng dibînin û dihyar kirin ku ew amade ne ku piştgirî bidin vê pêvajoyê.”

OCALAN RÊBEREK XURT E

Di civîna konseyê de metna ji bo Ocalan û bi kurtî rewşa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê hate gotûbêjkirin û wiha aht gotin: “Ev rewşên bi vî rengî nîşan didin ku divê ji pevçûnên din tecrube bên girtin û ji bo aşitiya civaka wan pêwîstî bie kesayetên bi hêz hene. Nelsaon Mandela, Garry Adams, Jose Ramos-Horta, San Suu Kyi mînakên vê yekê ne. Bê guman Abdullah Ocalan jî yek ji van kesayetan e.”

Her wiha bal kişandin ser girîngiya banga Ocalan û hate diyarkirin ku ji bo muzakereyan û şkandina mantiqê leşkerî divê Ocalan azad bibe.

Erîn diyar kir ku 54 deleasyonan metna ji bo serbestberdana Ocalan û hemû girtiyên siyasî îmze kirin û got: “Endamên Konseyê pir bi erênî nêzî Birêz Ocalan dibûn. Hinek ji wan digotin ku rêberê Gelê Kurd 14 sal in di girtîgehê de ye, bi vî awayî dixwazin gelê Kurd bê hêz bikin, lê li hemberî vê yekê bi hêztir dibe û bê şert û merc yekane rêberê wan e û ji aliyê gelên bindest ên cîhanê ve jî weke rêber tê dîtin.”

DI FORÛMÊ DE ZÊDETIRÊ 5 HEZAR ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN

Delegasyona Kurdan  a ku tevlî forûma li Tûnisê bûn ji heft kesan pêk dihat. Erîn diyar kir ku di hefteyekê de ji bo Ocalan zêdetirê 5 hezar îmze hatine berhevkirin.

Erîn got: “Me dît ku Tûnisî, bi taybet jî ciwanên wan pirsgirêka Kurd û Birêz Ocalan baş nas dikin. Ev yek hem em keyfxweş kirin û hem jî em şaş man. Gelê Tûnisê da diyarkirin ku ew doza Kurdan nas dikin û destekê didin û ev yek jî nîşan dide ku keda me vala neçûye.”