Ji Konseya Leşkerî ya Suryanî li dijî DAIŞ'ê banga destekê

Konseya Leşkerî ya Suryanî bang li hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê kir, ku alîkariya çekên giran û cebilxaneyên leşkerî bidin Konseya Leşkerî ya Suryanî û hêzên YPG'ê, ku li dijî DAIŞ'ê li ser rûyê erdê têdikoş in.

Konseya Leşkerî ya Suryanî bang li hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê kir, ku alîkariya çekên giran û cebilxaneyên leşkerî bidin Konseya Leşkerî ya Suryanî û hêzên YPG'ê, ku li dijî DAIŞ'ê li ser rûyê erdê têdikoş in.

Konseya Leşkerî ya Suryaniyan, der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gelê Asûrî-Suryanî yê li gundên Til Temirê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ev êrîşên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî bi armanca qirkirinê û ji holê rakirina hebûna gelê Suryanî li Rojhilata Navîn, tên kirin.

Konseya Leşkerî ya Suryanî bang li hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê kir, ku alîkariya çekên giran û cebilxaneyên leşkerî bidin Konseya Leşkerî ya Suryanî û hêzên YPG'ê, ku li dijî DAIŞ'ê li ser rûyê erdê têdikoş in.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi vî rengî ye: "Herêma Xabûr a ser bi Kantona Cizîrê ya Sûriyeyê, hin caran rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê. Çeteyên DAIŞ'ê ji destpêka meha Sibatê û vir ve êrîş dikin, nirxên pîroz ên gelê me talan û gemarî dikin. Di êrîşên xwe yên li hemberî gelê me yê Suryanî û gelên me yên din de, bi zorê dest datînin ser mal û milkan, xaçên li dêr û cihên me yên pîroz xera dikin. Ev yek hovîtiya DAIŞ'ê bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Çeteyên DAIŞ'ê herî dawî bi hêzeke mezin û çekên giarn êrîşî sê gundên li herêma Xabûrê kirin.

Hêzên Konseya Leşkerî ya Suryanî ku hêzên parastinê yên Xabûrê jî di nav de cih digirin, bi erka parastina gundên herêmê rabûne û di vê berxwedanê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dane, 4 şervanên azadiyê gihaştine şehadetê, lê bi paş ve gav neavêtine. Aqûbeta 12 endamên me yên ji yekîneyên parastina Xabûrê, ku endamê Konseya Leşlerî ya Suryanî ye, nayê zanîn. Aqûbeta 221 welatiyên me yên li gundên li başûrê ava Çemê Xabûrê dijiyan lê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, nayê zanîn.

Ev pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Suryanî, weke dewama polîtîkaya qirkirin û koçberkirinê ya welatiyên Xiristiyan ên li Mûsil û Nînova, pêk tên.

Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin bi van pêkanînan re gelê Suryanî, Keldanî, Asûrî û Kurdên Êzidî û Şebek ji cih û warên xwe yên dîrokî qut bikin û koçber bikin.

Êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê me, komkujiyek li hemberî mirovahiyê ye, hovîtiyek li dijî mirovahiyê ye. Divê tavilê pêşî li vê hovîtiyê bê girtin.

Em bang li tevahiya hêzên navneteweyî û hêzên demokratîk ên li cîhanê dikin, ku pêşî li komkujiyên gefê li hebûna civata Xiristiyan a li herêmê dixwin, bigirin. Ev komên çete bi qasî ku gefê li gelên me dixwe, ji bo hemû nirxên şaristaniyê yên cîhanê jî xeterî û gefeke mezin in.

Em soz didin, ku di rêya berxwedêrên xwe de heta azadkirina tevahiya xaka xwe ya dîrokî û garantîkirina mafên gelê xwe, ji bo parastina gelê xwe û hemû gelên li herêmê dijîn, em ê têkoşîn û berxwedana xwe bi biryardariyeke mezin dewam bikin.

Em bang li hêzên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dikin, ku bi erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî DAIŞ'ê rabin û destekê bidin Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Yekîneyên Parastina Xabûrê û YPG'ê, yên li ber xwe didin.

Her wiha em ji van hêzan dixwazin, ku ji bo hevseriya di şer de li dijî DAIŞ'ê biguhere û ji bo pêşî li belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li herêmê bê girtin, çekên giran û cebilxaneyên leşkerî bidin me.

Di vê dema ku herêm di nava şert û mercên awarte de ye û êrîşên li hemberî gelê me yê Suryanî zêde dibin de, xetere û gefên em pê re rû bi rû ne, xurtbûnê li ser me ferz dike. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku destekeke aktîf bide hêzên me yên leşkerî û beşdarî Konseya Leşkerî ya Suryaniyan bibin.

Girîng e gelê me li gorî berpirsyariya dîrokî, bi erka pîroz a parastina xaka me rabe ser piyan. Ji ber ku şerê em îro dimeşînin ji bo me şerê man û nemanê ye."