Ji KONGRA-GEL peyama Çarşema Sor
Ji KONGRA-GEL peyama Çarşema Sor
Ji KONGRA-GEL peyama Çarşema Sor
Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji bo cejna Êzidiyan a Çarşema Sor a serê nîsanê peyamek weşand û pîroz kir.
Kartal di peyama xwe de got: “Cejna Çarşema Sor, cejna ji nû ve zîndebûn û geşbûna xwezayê ye, cejna destpêka sala nû ye. Ev cejn hezaran salane li Kurdistan ê, ji alê civaka Êzidî ve, bi awayekî girseyî, weke cejna despêka jiyanek nû tê pîrozkirin.”
Remzî Kartal got: “Cejn rojên aştî, azadî û dilxweşiyê ne” û wiha domand: “Em hêvî dikin ku ev cejn jî, li welatê me, bibe bingeha aştî, azadî û dilxweşiya civakî. Ez bawer dikim ku gelê me, wê li ser vê bingehê cejna Çarşema Sor yê pîroz bikin.
Bi vê munesebetê ez Cejna Çarşema Sor, sêrîde mîr, pîr, şêx û feqîrên Laleşê, li Civaka Êzidî û hemî Gelê Kurdistanê pîroz dikim, aştî, azadî û dilxweşiyê dixwazin.”