Ji Komîteya Baweriyan ya KCK’ê peyama ‘Aşûre’ yê

Ji Komîteya Baweriyan ya KCK’ê peyama ‘Aşûre’ yê

Komîteya Kêmar û Baweriyan ya KCK’ê biboneya roja Aşûreyê peyamek weşand û wiha got: “Hem gelê me yê Elewî, hem jî civaka misilman ya ji her mezhebî pêngava ku divê destpêkê bavêje; divê hêza xwe bînin ba hev û li dijî munafîqên li pey desthilatdariyê ne û ol îstîsmar dikin têbikoşin.

Komîteyê got; “Bûyera trajîk ya ku ewladên ehlîbeyt hatin qetilkirin, li ser wijdana mirovahiyê şopên kûr hiştiye û em şehîdên vê bûyera trajîk bibîrtînin û em kujerên wê şermezar dikin.

Di peyama komîteyê de wiha hate gotin: “Elewîtî çandeke baweriya qedîm ya ku wekhevî, aşitî û biratiya gelên Mezopotamyayê esas digireye. Gelên me yên ereb, tirk û kurd û elewî di dîrokê de her tim ji bo aştiya civakan têkoşiyaye û bedelên giran dane. Bûyera Kerbelayê, bûyera herî mezin ya ku herî zêde bedel hatiye dayîne. Gelê me yê Elewî li gel ku di navberê de sedsal derbazbûne jî şîna ewladên xwe yên Ehlîbeyt ku bi wehşeteke mezin hatin qetilkirin digirin. Di serî de Hz Huseyîn û ewladên Ehlîbeytê bibîrtînin. Em jî şehîdên vê bûyera trajîk ya ku şopên kûr li ser wijdana gel hiştiye bibîrtînin, kujeran şermezar dikin.

Bûyera Kerbelayê di dîroka Rojhilata Navîn de qonaxeke girînge. . Her wiha çavkaniya esas ya bûyerên ku îro pêk tê ye jî. Hêjî li herêma me pevçûnên Şîî û Misilmanên Sunnî, polîtîkayên zext û zordariyê yên liser Elewiyan koka xwe ji vir digire. Ji ber vê yekê ji bo ku civakên Rojhilata Navîn vê rewşa pevçûnan derbaz bike, divê bûyera Kerbelayê baş fêm bikin. her wiha divê roja bîranînê de ne tenê civaka Elewî, civaka Şîî û Sunnî misilman jî divê trajediya Kerbelayê ji nû ve fêm bike û divê encamên ku xizmetê ji aştiya civakê re dike der bixin.”

Her du aliyê li Kerbelayê pevçûnê dikin nûnertiya du xetên cuda dikin. Emewiyan dixwest hemû nirxên îslamî bikin kontrola xwe. Li ser van nirxan dixwestin ku desthilatdariya xwe ya arîstokratîk ji nû ve înşa bikin. Li dijî bi pêşengiya Hz Huseyîn Ehlîbeyt û alîgirên wê ji wekhevî û edeleta civkê têdikoşiyan. Di vê bûyerê de Ehlibeyet hat qetilkirin. Piştî wê jî civakên Rojhilata Navîn ji hezar û 300 salî zêdetire din ava pevçûnê de ne.

Divê gelê me yê Elewî bizane ku vê bûyerê dilê hemû gelê Misilman jî şewitandiye û divê cudahiyê bike nava misilmanên safî û desthilatdariya ku çav sorkî bûye. Civaka misilman jî divê bi wesîleya vê bûyerê vê çavsoriya kesên li pey desthilatdariyê ne bibîne û li dijî tundiyê rawestin.

Ger ev xet bê tespîtkirin hem gelê me yê Elewî û hem jî misilman hewceye vê pêngavê bavêje: Divê hêza xwe bikin yek û li dijî munafîqên ku li pey desthilatdariyêne û baweriya civakan îstîsmar dike têbikoşin. Tevgera azadiya me ji roja ku ava bûye heta niha ji xwe re ev xet esas girtiye”

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên Kerbelayê bibîranî û got divê du xalên esas her tim neyên ji bîrkirin û got; ya yekemîn ewe ku divê em careke din destûrê nedin Kerbelayên din. Ya duyemîn jî ji bo aştî, edelet, wekhevî û biratiyê ku wan ji bo vê canê xwe feda kir, têkoşîn bê dayîn. Em biboneya vê bîranînê hemû şehîdên xwe bi bibîrtînin.