Ji KNK’ê peyama cejna Paskalyayê
Ji KNK’ê peyama cejna Paskalyayê
Ji KNK’ê peyama cejna Paskalyayê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê cejna Paskalya a Cîhana Xiristiyanên Protestan ên li Kurdistan û tevahiya cîhanê pîroz kir pîroz kir.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em weke KNKê, cejna Pasklaya Xiristiyanên Protestan, li cîhanê û Kurdistanê teva pîroz dikin. “
Peyama KNK’ê ya bi boneya Cejna Paskalyayê wihaye: “Paskalya, cejna vejînê ye û xwedî wateyek manewî, civakî û dîrokî ye. Li hemberî zodestiya kujerî, li hemberî desthilatdariya otorîter û despot, dijberiya ilahî û civakî ye. Ji nû de bûyîn e. Bi vê pêwanê weke roja vejînê jî tê bi navkirin.
Li gorî baweriya qedîm yên Kurdistan û Mezopotamya cejna Paskalya, weke cejna hêkan jî tê naskirin. Hemberî ku di rojên cûda de tê pîrozkirin jî, di heman wateyê de tê nirxandin û pîroz kirin.
Cejna Paskalya, roja vejînê ye û pengava li dijî desthilatdarên otorîter û despot e.
Di nava her civakên cîhanê de, her cejn xwedî wateyek manewî, civakî û dîrokî ye. Tevahiya cejnan, di jiyana mirovahiyê de xwedî rol û mîsyona aştîxwaz in, xwedî wateya jiyana dilsozî ya hevreyî ne. Bi vê mebestê cejnên olî û civakî xwedî nirxên parastina pîroziyên mirovahiyê ne.
Cejn, pira navbera civakan, pira navbera baweriyên cûda ne.
Li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê şerên dijwar têne meşandin. Di şeran de rêbaz û sînorên exlak û ademî nayên naskirin. Bê perwa jin, zarok, mêr, ciwan û kal têne kuştin. Wargehên pîroz, nirxên mirovahiyê têne wêran kirin. Li hemberî bêzarî û neçariya mirovahiyê, mixabin vijdanê raya giştî ya cîhanê di nava bêdengiyê de ye.
Di rewşek wiha de, pîrozkirina Paskalya xwedî rol û misyoneke dîrokî ye. Pêwiste cîhana Protestan, di vê cejna manewî, civakî û dîrokî de dengê xwe bilind bike û li gorî misyon û wateya cejna Paskalya bikevê nava helwdanan.
Cejna Paskalya, xwedî wateyek aştîxwaz û berxwedana li dijî hukumraniya zordest, otorîter û despot e.
Em weke KNKê cejna Xiristiyanên Protestan ya Paskalya bi dilsozî pîroz dikin û hêvî dikin ku tevahiya dêrên Xiristiyanên protestan, Papa jî di nav de, li dijî wêranî û neçariya mirovahiyê, li dijî hêzên otorîter û despot dengê xwe bilind bikin.”