Ji KJA’yê ji bo Zeynep Kinaci peyam
Kongreya Azad a Jinê daxuyaniyek nivîskî da û Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsîmê çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.
Kongreya Azad a Jinê daxuyaniyek nivîskî da û Zeynep Kinaci (Zîlan) a 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsîmê çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê KJA’yê ve hatiye dayîn wiha hate gotin: “Hevrê Zîlan jineke ku êşa gelê Kurd, komkujî û neheqiyên hatine jiyîn, daye ser milê xwe ye. Afirînera, ji nû ve çanda xwedavendiyê ku bi hezaran salan berê ji aliyê mêrê hewkar û qurnaz ve hatiye xistin e. Hesab û şopa dîroka zindî ya gelê Kurd pirsî ye. Di sala 95’an de biryar dide ku beşdarî têkoşîna azadiyê bibe. Li dijî texrîbatên ku pergala serdest li dijî gelê Kurd û Kurdistanê pêk aniye, ji bo bibe dengê qîrîna jinên Kurd ên bindest, ev çalakî pêk aniye. Jiyana azadîxwaz a jinên Kurd, sekn û lêgerîna têkoşînê ya jinên Kurd her tim bi wê re kelecan afirandiye. Di her firsendê de, aniye ziman ku pirsgirêka jinê li ser esasê azadiyê nehatiye destgirtin û ev pisgirêkeke civakî ye.
Dîrok 30’ê Hezîrana 1996’an bû. Zîlanê bi gotina ‘îdîaya jiyana min gelek mezin e, ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate’, bûye rêya kêmkirina êşên jinên Dêrsimê yên xwe ji kendalan de avêtin, bebekên bê can yê li sirgûnan, Dêrsimiyên ku li malan û şikeftan bi gazên jehrî hatin qetilkirin û bûye xwedavenda têkoşîna azadiya jinê.
Di şexsê hevala Zîlan di têkoşîna azadiya jinê de serhildanek pêk hatiye û di avabûna profîla jinên azad de rolek mezin lîstiye. Hevala Zîlan bi gotina ‘Di rêya van berxwedêr û şehîdên mezin ên jin de meş, hesteke bi şeref a xwedîderketina li mîrateya wan e. Ji ber ez dibim xwedî vê peywira bi şeref, ez xwe bi şans dibînim’, pêngava ku ji bo hemû jinan avêtiye nîşanî me daye.
Em wek KJA’yê hevrêya xwe ya Zeynep Kinaci (Zîlan) di 19. salvegera şehadeta wê de bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wê re careke din dubare dikin.”