Daxuyaniya Konseyê wiha ye:
“38’emîn salvegera PKK’ê tê pîrozkirin. Li ser derketina koma Apyiyan a li ser dika dîrokê 44 sal derbas bû. Em Rêber Apo yê rêberê vê tevgerê ku gelê Kurd ji nû ve zindî kir bi rêzdarî silav dikin; hemû şehîdên xwe yên ku serkeftinên mezin dane partiya me û nirxên pîroz afirandîn bi minet û rêzdarî bibîr tînin.
PKK ji roja ku hatî avakirin ne tenê di dîroka siyasî ya 4 parçeyên Kurdistanê de, ber daye dîroka siyasî ya Tirkye û hemû Rojhilata Navîn. Mohra xwe li bûyerên li Kurdistan, Tirkiye Rojhilata Navîn daye. Gelê Kurd yê ku di pêşengtiya PKK’ê de ji nû ve zindî, bihêz û derket ser dika dîrokê, îro li Rojhilata Navîn weke gelê herî dînamîk bi pêşketinên xwe yên siyasî ve pêşengtiyê dike. Tenê gavekî bê ku heyîna gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê bê maf bike nîne.
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD, BÊDENGIYA LI DIJÎ QIRKIRINA KURDAN ŞIKAND
Îro, têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê û têkiliyên Tirkiyeyê yên bi tevahî cîhanê re têkoşîna azadiya Kurd diyar dike. Dewleta Tirk a ku hemû polîtîkayên xwe li ser qirkirina Kurdan ava kirî, bi heman polîtîkayê dixwaze li ser cîhanê ferz bike, li ser vê bi her welatî re pirsgirêkan dijî. Welatên ku ji berê li hember qirkirina Kurdan bêdeng dibûn,li gel bi bilindkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd re, gihişt wê astê ku êdî bi vî rengî nadome. Rastiya zelal a ku bi têkoşînê derket holê, di nava hêzên qirker û gelek dewlet û hêzên siyasî de bû sedem ku nakokiyan bi hevre bikin.
Di salvegera 28’emîn a damezirandin PKK’ê de, derketina rastiyan, gelê Kurd ê ku di pêşengtiya PKK’ê de têkoşînê dimeşîne da nîşandan ku çawa hêzekî siyasî derxistiye. PKK li ser xeta Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyeyê, di rewşekî wisa de ye kû pêşengtiyê ji jiyana azad û demokratîk a hemû gelên Rojhilata Navîn re dike. PKK xwe dispêre civakîbûna giştî û kûr a jiyana Rojhilata navîn, weke di tevahî dîroka sosyalîzma demokratîk de bûye navenda mirovatî û civakîbûna Rojhilata Navîn.
ÊDÎ DI ROJHILATA NAVÎN DE CIHÊ DIKTATORAN NÎNE
PKK ne tenê li Kurdistan li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn serdemekî nû da destpê kirin. Eger ku têkoşîna PKK’ê ya van 40 salên dawî nebûya, îro wê Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibûya erdnîgariyekî rejîmên otorîter, diktator û her cure hêzên wê bi asayî lê bihatiba dîtin. Her çendî îro hêzên faşîst li ber xwe jî bidin li pêşberî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan bandora wê nîne û nikare desthilatdariya xwe dewam bike. Wê bi teqez jiyana azad û demokratîk bê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn. Li pêşberî têkoşîna ku bi salan tê meşandin ne faşîzma AKP-MHP’ê ne jî sîstemekî otorîter xwe digire. Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ya jiyana civakî, demokratîk, azad û demokrat wê bi teqez li Rojhilata Navîn hakim bibe. Ev azdiya ku hêza xwe ji nirxên civakî ya dîroka Rojhilata Navîn girtî, li pêşiya xeta sosyalîzim û demokrasiyê ti hêz xwe ranagire. Rohilata Navîn a ku erdnîgariya civakên pir bawerî, pir ziman û tevgerên azadiyê rê nade ku diktarot êdî heyîna xwe ya li ser van xakan bide dewma kirin.
Ji ber ku di kesayetiya Rêber Apo de hemû nirxên civakî, wijdan, heq, edalet hemû karekterên wekhev û zanîstîbûnê li Rojhilata Navîn rakiriye ser lingan. Êdî di xeta PKK’ê de li Rojhilata Navîn dîroka mirovatiyê û mirovatî rakirye ser lingan, bi ser paşverûtî û destopên ku bermayên dîrok û mirvatiyê ve çûye. Li vê erdnîgariya ku civakîbûna yekem a jinê û nirxên mezin avakirin, îro li ser xeta azadiya jinê bi paradîgmaya civaka ekolojîk a demokratîk hemû xweşitiya mirovatiyê rakiriye ser lingan.
FAŞÎZMA AKP’Ê DI QIRKIRINA KURDAN DE BI ISRAR E
Mêtîngeriya Tirk ya qirker a ku pêşengtiyê ji qirkirina Kurdan û paşverûtiya herêmê dike, îro nûnertiya wê destihilatdariya AKP-MHP dike, bi îdiayê ku wê koka Kurdan biqelînin ketine nava tevgerê. Ji ber vê sedemê êrîşên li ser hêzên demokratîk ên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin zêde bûne. Şerê ku ji 24’ê Tîrmehê û vir ve li hember gelê Kurd û hêzên demokratîk îro her ku diçe zêde dibe. Îtifaka faşîst a AKP-MHP’ê ya sala borî ku bajarên Kurdan hilweşand û şewitandin û bi sedan kes qetilkirin, îro bi ser her kes yan jî saziyên bi navê azadî û demokrasiyê xebatê di meşandin de diçin. Hemû mirovên zanîstî û pêşeng xistin zindanan, dike armanc ku têkoşîna azadiya Kurd tesfiye bike.
Mêtîngeriya qirker di qirkirina Kurdan de bi israr e. PKK ji sala 1970’an ve li dijî vê hişmendiyê derketiye ser dika dîrokê, bi tevgera ji nûve avabûnê Kurdan rakirye ser lingan, ji bo azadiyê xistiye rewşa gelekî berxwedêr. Di kesayeta desthilata AKP-MHP’ê ya mêtînger û qirker dîsa dixwaza Kurdan mîna 1970’an bixîne nava sîstemekî ya qirkirinê. PKK sala 1980’an û 1990’an û piştî komploya navneteweyî li dijî êrîşên mêtînger li ber xwe daye, di dawiyê de hêzên mêtînger ên qirke şikesine û winda kirine, gelê me û PKK ji van êrîşan bi hêz û serkeftî derketiye.
Gelê me û tevegera me li dijî êrîşên giranên ji 24’ê Tîrmehê û şûn ve dewam dike, berxwedanekî dîrokî nîşandaye. Di serî de Mehmet Tûncan, Mehmet Yavûzan, Pakîze Nayiran, Sêvê Demîran, Fatma Ûyaran, Asya Yukselan, Çiyageran, Axînan, Nûrcanan û Xebatan bi sedan nûnerên gel û şervanên YPS’ê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedanekî bi heybet nîşandan, da nîşandan ku li hember mêtîngeriya qirker stû nayê tewandin, hêla ku gelê me û PKK carekî din bi ser ket. Mêtîngeriya qirker a ku di berxwedana xwerêveberiyê de winda kir, yê bi ser ketî jî, têkoşîna azadiyê ya gelê me yê ku berdêlên pir giran bûha daye.
Her çiqas êrîş giran jî bibin, yê ku li dijî êrîşên faşîst ên AKP-MHP’ê bi ser bikeve wê gelê me û PKK be. Tevgera azadiyê ya di pêşengtiya PKK’ê wê her tim di rêya Heqiyan, Kemalan, Mazlûman, Xeyriyan, Sakîneyan, Akîfan, Aliyan, Ferhatan, Mahsûman, Adilan, Reşîtan Azdan, Çîçekan, Rojbînan, Çiyageran,Axînan, Eyleman û Zinaran de ku berxwedana bi heybet a dîrokê nîşna dan de, wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û Kurdistanê azad bike û demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn.”