Ji KCK'ê ji bo Yaşar Kemal peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê, ji ber wefata nivîskarê navdar Yaşar Kemal ji xizmên wî û gelên Tirkiyeyê re sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê, ji ber wefata nivîskarê navdar Yaşar Kemal ji xizmên wî û gelên Tirkiyeyê re sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê, ji ber wefata nivîskarê navdar Yaşar Kemal ji xizmên wî û gelên Tirkiyeyê re sersaxî xwest.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya sersaxiyê bi vî rengî ye: "Me hostayê ziman romannivîsê navdar Yaşar Kemal winda kir. Bila serê malbat, xizm û dostên wî sax be. Bi Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Elewî û Êzidiyan re bila serê hemû gelên Tirkiyeyê sax be.
Nivîskarê mezin Yaşar Kemal mirovekî giranbuha bû ku êş, kêfxweşî û hesreta tevahiya gelên Tirkiyeyê di dilê xwe de hildigirt û bi hostatiyeke mezin nîşan dida. Ne tenê romannivîsek bû, şervanekî azadiyê ku ji bo nirxên exlaqî, wekhevî, maf û edaletê yên di romanên xwe de dinivîsand serdest bibe, têdikoşiya. Weke hemû romannivîs, wêjevan, nivîskar û ozanan li cem bindestan cih girt. Ji ber vê yekê her tim xwest Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve. Her tim anî ziman ku ji Rêber Apo hez dike. Gelê Kurd, ji ber kesayetiya xwe ya romannivîsê, ji ber şervaniya xwe ya azadiyê û ji ber helwest û sekna xwe ya destek dida Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan, wê her tim Yaşar Kemal bi rêzdarî û mînetdarî bibîr bîne.
LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ BI HÊRS BÛ
Weke hostayekî ziman, gelekî pê diêşiya ku Kurdî nakin zimanê perwerdeyê û rastî asîmîlasyonê tê. Di heman demê de li hemberî xwediyên vê polîtîkaya li dijî zimanê Kurdî tê meşandin, gelekî bi hêrs bû. Gelek dixwest jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ku ew jî endamekî vî gelî ye, bibîne. Ji ber ku weke Kurdekî bûbû romannivîsekî hosta yê zimanê Tirk, hîn bêhtir ji Kurdî hez dikir. Bi taybetî gelekî dixwest zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Bi vî rengî dixwest kêfxweş bibe, ku wê sîstema qirkirinê ya ew asîmîle kir, nikaribe zarok û ciwanên Kurd asîmîle bike.
WÊ JI ALIYÊ GEÊ KURD VE NEYÊ JI BÎR KIRIN
Dewleta Tirk êşên gelekî giran daye Yaşar Kemal. Zexta dewletê ya li hemberî gelan bûye sedem ku Yaşar Kemal li hemberî dewletê her tim bi hêrs be. Bi romanên xwe re her tim xwest gelên bindest nîşan bide û di zîhniyet û çandê de hebûna wan bide jiyîn. Lewma di danasîna hebûna civaka Kurd de para hostayê mezin ê hest û ziman gelek e. Yaşar Kemal bi meşa xwe ya şoreşger demokrat re, ne tenê destek daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, di heman demê de tevkarî jî lê kiriye. Ji ber vê yekê wê ji aliyê gelê Kurd ve neyê ji bîr kirin.
Yaşar Kemal ne tenê xizmet ji pêşketina ruhê azadî, wekhevî, edalet û mafên gelê Tirkiyeyê kiriye, di heman demê de di pêşvebirina têkoşîn û hişmendiya demokrasî û azadiyê de rol lîstiye. Ji ber vê yekê Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî, divê her kes beşdarî merasîma cenazeyê Yaşar Kemal bibe û xewn û xeyalên wî biqîrin.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em soz didin ku em ê Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad a hesreta Yaşar Kemal bû, diyarî gelên xwe bikin, ne tenê Tirkiye û Kurdistan wê bigihêjin jiyaneke azad û demokratîk, di heman demê de wê li ser bingeha Kurdistana azad û Tirkiyeya demomkratîk Rojhilata Navîn jî demokratîk û azad bibe. Hesreta wî, hewldanên wî yên di vê oxirê de pêk anî, li Rojhilata Navîn û cîhanê wê bicih bên.
Yaşar Kemal wê her sal mezin bibe û weke afirînerê xweşî û bedewiya mirovahiyê cihê xwe yê di dîrokê de bigire. Ruhê wî şad be!"