Ji KCK'ê ji bo Emre Aslan peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo endamê mLKP'ê Emre Aslan ê berî çend rojan li Kobanê jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo endamê mLKP'ê Emre Aslan ê berî çend rojan li Kobanê jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hat gotin: "Em rêhevalê Emre Aslan endamê MLKP'ê yê li dijî faşîzma DAIŞ'ê li Kobanê bi lehengî li ber xwe da û şehîd ket bi mînetdarî bibîr tînin û li ber bîranîna wî bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Ji malbat û xizmên rêhevalê Emre Aslan û tevahiya gelên me re sersaxiyê dixwzin. Em yekîtiya têkoşîna Enternasyonalîst û berxwedana tevgera MLKP'ê, ku rêxistineke dost û şoreşger e, bi hestên herî germ ên şoreşgeriyê silav dikin.
Şehadeta rêhevalê Emre, di têkoşîna me ya ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk de wê bibe pireke Enternasyonalîst a ti carî neheje. Berxwedaan Kobanê şoreşger gihandiye hev. Bi vîna hevpar û biryardariya têkoşînê ya mezin a derketine holê re her roj serketinên nû bi dest dikevin. Lewma şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê, şoreşa hemû gelên têkoşer û şoreşgerên berxwedêr e. Ev têkoşîn îro li Rojava tê meşandin, wê sibehê li tevahiya Rojhilata Navîn bilind bibe. Gelên me îro ji her demê bêhtir di têkoşîna civaka demokratîk, azad û sosyalîzma demokratîk de dibin yek.
Em ê bîranîna şehîdên şoreşê bi avakirina pêşeroja azad û demokratîk a gelên xwe re, bidin jiyîn.
Li ser vê bingehê em bang li tevahiya hêzên şoreşger ên çep-sosyalîst dikin ku li her qadê hêzên xwe bikin yek û berxwedana xwe mezin bikin."