Ji KCK’ê banga girtina xeta sînor a Dîlok-Riha-Mêrdînê

Ji KCK’ê banga girtina xeta sînor a Dîlok-Riha-Mêrdînê

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gel kir ku bila li dijî êrîşa îtîfaqa qirêj ya AKP-El Qaîde ya li hemberî bajarê Serêkaniyê ya rojvayê Kurdistanê û astengkirina derbazbûna kujerên li er xeta Dîlok-Riha-Mêrdînê ya ku ji bo kurdan qetilkirin kirine rewşa korîdoran, dakevin riyan.

Serokatiya Konseya KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, bi sedan hêzên paramîlîter ji ser Tirkiyeyê re der bazî sînorên bajarê Serêkaniyê ya rojvayê Kurdistanê dibin û êrîşan pêk tînin. KCK’ê bang li gel kir ku, divê gel li ser vê xeta derbazbûnê dakevin ser riyan.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin:

“Dewleta AKP’ê ya ku naxwaze gelê Kurd bigihêje mafên xwe yên netewî û statûyekê bidest bixe, gelek hêzên çete yên paramîlîter bi rêxistin kiriye û wekê xeta El-Qaîde bi Selefîran re peyman çêkiriye û her awayî êrîşê kurdan dikin. Dewleta tirk berê jî bi riya komên cuda li Heleb û Efrînê êrîşê pêk anîn û niha jî bi komên cuda yên ku bi navên Eniya Nisra û Xurebaa Alşam tên nasîn bi çekên balefirê û wesayîtên leşkerî yên modern li Serêkaniyê êrîşan pêk tîne. Ev hêz pitşî ku hêzên desthiltadariyê ji herêmê derxistin vê carê jî berê xwe dan gelê Kurd û hedef dikin ku bi giştî teslîm bigirin û ji hemû herêmê kurdan paqij bike. Serokê Meclisa Gela ya Serêkaniyê Abid Xelîl dema ku xwest ji bo van êrîşan rawestîne hevdîtin pêk di anî şehîd ket û her wiha gelek kesên li wir bûn jî birîndar bûn û dîsa gelek kurdên din jî di nav pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Niha dewleta tirk li ser Riha–Dîlokê a xeta veguhertinê ya di navbera Helep- Serêkaniyê de vekiriye û derfeta derbazbûnê ya ji bo van avakirine. Her wiha ji bo ku şerê li Sûriyeyê biguhere şerê navbera Kurd-Ereban dikeva nava hemû hewldana. Hikûmeta AKP’ê ku dixwaze vê senaryoya alçax pêk bîne, vê lîstika xwe ya qirêj ji gelê Tirkiyeyê û rayagitşî ya Cîhanê vedişêre.

Em bang li komên ku ji xwe re dibêjin Selefîler ya ku xeta El-Qaîde ne dikin; Dest ji îtîfaqa mêtîngeriya tirk ya li dijî gelê Kurd ku li vê herêmê herî zêde wan êş û trajedî kişandiye, berdin. Mêtîngeriya tirk ku bi xewna Osmaniya nû çav berdaye Sûriyeyê û hesabên wê hene. Em bang li we dikin ku bibînin Sûriye bi dewleta tirk tu carî azad nabe.

Em hemû rayagitşî, hêzên demokratîk û hemû kesên dixwaze demokrasî û azadî bê Sûriyeyê di vê mijarê de vexwendiyê berpirsyariyê dikin. Em bang li hemû kesî dikin ku bila li dijî êrîşên di encama îtîfaqa qirêj ya AKP-El Qaîdeyê de pêk tên, derkevin. Em bang li hemû gelê kurd dikin bila xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derkevin. Em bang li gelê Kurd dikin ku bila li dijî deşîfrekirina îtîfaqa AKP’ê ya li dijî kurdan pêk tê, têkoşîna xwe bilind bikin.

Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku bila bikevin ser riyên Dîlok-Riha-Mêrdînê ku bi armanca gelê Kurd qetil bikin bikartînin û li dijî van lîstikên qirêj yên dewleta AKP’ê rawestin û xwedî li berxwedana gelê me yê Rojavayê Kurdistanê derkevin.

Li Sûriyeyê hewcedarî demildset bi xeteke sêyemîn ya demokrasiyê heye. Divê gelê Kurd têkoşîna ya bi hemû hêzên demokratîk ya Sûriyeyê re hevpar bilind bike û derfet û şensê afirandina vê demokarasiya rast jî heye. Riya vê ne rejîma heyî û ne jî aliyên muxalefetê yên çekdar yên ku ji nirxên azadî û demokrasiyê dûrin. Ya esas ewe ku divê hemû gelên Sûriyeyê yên ku girêdayên nirxên xwe ne yên wekê Sûryanî, Ereb, Elewî, Durzî, Xiristiya, Misilman, Ermenî û yên din bên cem hev û Sûriyaya nû ya demokratîk ava bikin. Gelê Kurd jî divê li dijî kesên bi hevkarî dijminatiya netewî dikin bibinyek û têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li berpirsyariya rêya bûna muxalefeteke bi hêz derkevin.

Em careke din hemû hêzên demokratîk, kesên li dijî zilmê radiwestin vedixwînin têkoşînê. Em bang li hemû kesî dikin ku, bila li dijî êrîşên li hemberî kurdan bibin xwedî helwest.