Ji KCD, saziyên civaka sîvîl û partiyên siyasî daxuyaniya hevpar

Ji 31 rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Amedê têkildarî êrîşên çekdarî yên li bajêr daxuyaniya hevpar hat dayîn.

Ji 31 rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Amedê têkildarî êrîşên çekdarî yên li  bajêr daxuyaniya hevpar hat dayîn. Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir tê xwestin gel bikişînin tarîtiya salên 1990’an û got: “AKP’ya windahiyeke mezin da, li hember gelê me û hêzên demokrasiyê bi zîhniyeta ku dibêje ‘An ez ê bibim desthilat an jî ez ê jiyanê li we bikim dojeh’ terorê dimeşîne."

31 rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên li Amedê  li ser êrîşên kontra yên piştî kuştina Serokê Yenî ÎHYA-DER Aytaç Baran derketin kolanan 3 HDP’yî qetil kirin 2 jê giran 8 kes birîndar kirin û gelek kargeh dan ber guleyan daxuyaniyeke hevpar dan. Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Salîha Aydenîz a li ser navê 31 pêkhateyan daxuyanî da got, ji roja pêvajoya hilbijartinê destpê kiriye heta niha li hember siyaseta demokratîk êrîşên faşîzan zêde bûne.

Aydenîz diyar kir ku nûnerên rêxistinên girseya demokratîk û partiyên siyasî ji ber bûyerên rû dane bi guman in û wiha got: “Gelê me yê li hember provaya komkujiya 5’ê Hezîranê bi sebr û îrade nêz bû, bi israr tê xwestin ku gelê me bikişînin nav lîstikeke tarîtiya qirêj a salên 1990’an. Di bûyerên ku diyar e li Amedê ji aliyê navendekê tê rêveberin 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, em dixwazin fail bên girtin û derxin pêşberî dadgehê.”

Aydenîz anî ziman ku ji tiştên rû dane pir bi guman in û banga hestyariyê li gelê Amedê kir. Aydenîz wiha dewam kir: “AKP’ya windahiyeke mezin da, li hember gelê me û hêzên demokrasiyê bi zîhniyeta ku dibêje ‘An ez ê bibim desthilat an jî ez ê jiyanê li we bikim dojeh’ terorê dimeşîne. Çavên xwe ku li kuştina Serokê ÎHYA-DER girtin, bi destê hêzên tarî tê xwestin li bajêr kaos bê afirandin û bira bi bira bidin kuştin.”

Aydenîz diyar kir ku di bûyerên rû dane dewlet û hikûmet li hember komkujiyan berpirsyartiya pêwîst nîşan nedane û got: “Em ji Emniyeta Amedê a Serokê ÎHYA-DER û xebatkarên me yên meclîsa welatiyan jî di nav de ji zêdetirî 80 kesî kesî re bi gotina, ‘Hûn di bin tehlûkeya mirinê de ne’ ji komeke din hedef nîşan dide pirs dikin: We ev îstixbarat ji ku derê wergirt? Çima we hêzên tehdît kirin asteng nekir? Çima we serokê ÎHYA-DER neparast? Çima li hember mezinbûna bûyeran hûn nebûn asteng?

Aydenîz herî dawî got ji bo lêkolînkirina tiştên rû dane heyeteke şopandinê ya ÎHD, KESK, Azadî û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya jî di nav de ne ava kirine û piştî lêkolînan wê daxuyaniyê bidin.

...