Piştgiriyek din a ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê Rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ku li Strasboûrgê di roja 17. de dewam dike ji Koordînasyaon Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ewropa yê ve hate dayîn. Koordînasyon bi komek ji 8 kesan bi armanca piştgirîdayînê beşdarî greva birçîbûnê dibin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ku di roja 17. De ne, bi 8 kesan beşdarî greve biçîbûnê dibin.
Hate diyar kirin ku ji bo statûya Şengalê bê naskirin û her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û bi lezgîn hevdîtin li gel bê kirin, piştgiriya grevê dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em heyeta CPT ya ku çûbû Tirkiyeyê bê ku li gel Birêz Ocalan hevdîtinê li dar bixe vegeriya, şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişad ser fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan, ji bo derbaskirina van fikaran divê yan ji malbat an parêzeran heyetek bi lez û bez biçe Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinê pêk bîne.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em hevalên xwe yên Êzidî yên ku di Meclîsa Dîaspora a Şengalê de cih digirin û grev birçîbûn di roja 17. de dewam dikin silav dikin. Qetlîama ku li Şengalê bi serê Gelê Êzidî hat, di heman demê de qetlîamakî ya jinane. Her demê jin bûne nîşaneya aştî û têkoşîna azadiyê û pêşegî kiriye. Azadiya Ocalan, wê di têkoşîna azadiya jinan de rolekî girîng bigire.”
Navên kesên ku li ser navê Koordînasyona KCD-Ewropayê 2 rojan beşdarî greva birçîbûnê bibin wiha ne: Metîn Ayçîçek, Bakî Selçûk, Na,me Erdem Başaran, Huseyîn Alataş, Semet Erdogan, Duzgun Arslan, Nûman Ûçar û Îsmet Çelîk.