Ji KCD’ê peyama Çarşema Sor
Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD’ê, bi peyamekê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD’ê, bi peyamekê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD’ê, bi peyamekê Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
Komîsyona Bawerî û Gelan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi peyamekê Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir. Di peyamê de hate diyarkirin ku bi hezaran salan e li ser erdnigariya Mezopotamya Cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin. Lê ji ber şer û qetlîamên li herêmê ev cejn li gorî wate û rêgezên xwe nehatine pîrozkirin. Di peyamê de hate destnîşankirin ku civaka herî zêde rastî qetîaman hatiye civaka Êzidî ye û wiha anî ziman: “Gelê Kurd ji ber erdnigariya xwe ya rasteqîne rastî gelek zoriyan hatiye û civaka Kurdên Êzidî tevî hemû qetlîaman jî hebûna xwe parastine, rengekî ji erdnigariya me ne û wê rengê xwe yê li herêmê jî berdewam bike.”
Di peyamê de têkidarî êrîşa qetlîamawarî ya sala 2014’an a li ser Şengalê jî hate rawestindin û hate diyarkirin ku vê fermana 73. li ser civaka Êzidî rê li ber bandoriyekî mezin vekiriye. Peyamê wiha dewam kir: “Bi têkoşîna li dijî van êrîşan dide nişandan ku ji kevneşopiya civaka Êzidî yên li dijî her cure êrîşan li ber xwe dane û hebûna xwe parastine ye. Bi wesîleyê vê cejnê em yekbûna xwe ya bi gelê Êzidî re didin diyarkirin, em piştgiriya têkoşîna wan a ji bo azadiyê dikin. Cejna Çarşema Sor ji nava hestên xwe yên herî kûr pîroz dikin. Hêvî dikin ku Cejnên Çarşema Sor ên bên, di nava azadiyê de li Êzîdxanê bên pîrozkirin.”