Ji KCD’ê ji bo Arjen Arî peyama sersaxiyê

Ji KCD’ê ji bo Arjen Arî peyama sersaxiyê

Komîsyona Ziman û Perwedehî ya KCD’ê peyamek sersaxiyê ji bo helbestvan û nivîskarê Kurd Arjen Arî weşand û êşa malbatê parve kir.

Komîsyona Ziman û Perwedehî ya KCD’ê got; “Helbestvan û nivîskarê kurd, hezkiriyê zimanê kurdî Arjen ARÎ, piştî nexweşiya giran, bêwext ji nava me koç kir.”

Daxuyanî wiha didome; “Mirina her hunermendekî weke damareke jiyana çanda gelekî qut bibe. Arjen jî ji wan kêm kesan bû ku tevahiya jiyana xwe li gor azadiya gelê kurd saz kiribû. Ew bi pênûsa xwe bûbû şervanê azadiya gelê xwe.

Di demeke ku gelê kurd dihat înkarkirin, zimanê kurdî qedexe bû, wî bêrawestan bi kurdî nivîsî. Arjen di helbesta kurdî ya modern de bû navekî nemir. Ew li ser şopa Ehmedê Xanî, li ser şopa Cegerxwîn meşiya. Tahma zimanê kurdî bi helbestên xwe derxist ser rûpelên pirtûkan. Helbestên Arjen, hestên me yên mirovhezî, welatparêzî û berxwedanê gûr kir.

Ji ber qedexekirin, zext û zorên li ser zimanê kurdî, wî biryar da ku tenê bi kurdî binivîse. Gotibû “min têkiliyên xwe ji zimanê tirkî qut kir.” Ew ne dijberê zimanê tirkî bû, wî weke helwestekê biryareke wisa dabû.

Em bawerin dê ciwanên kurd pênûsa Arjen li erdê nehelin. Bila serê gelê kurd û malbatê sax be.”