Ji KCD’ê banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Sibatê

KCD’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze mirovên, 'tek tîp' biafirîne û ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya bi banga Komeleyên Elewiyan 8’ê Sibatê wê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

KCD’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze mirovên, 'tek tîp' biafirîne û ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya bi banga Komeleyên Elewiyan 8’ê Sibatê wê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê, têkildarî mîtînga 8’ Sibatê ya li Kadikoy a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêveberiya hikûmeta AKP’ê ya tekperest, gel û baweriyan tine dihesibîne krîzekek nû afirandiye û hikûmet bi polîtîkaya perwerdeyê re dixwaze mirovên tek tîp biafirîne.

JI BO TEVLÎBÛNA MITÎNGÊ BANGAWAZÎ

KCD’ê  got, "Em bernameya hewldan, xebat û çalakiyan a rêxistinên civaka demokratîk ên wek Egîtîm Sen û komeleyên Elewiyan ên perwerdeya bi zanistî û bi rastî laîk û bi zimanê dayikê watedar dibînin. KCD’ê ji bo mîtînga 8’ê Sibatê ya li Kadikoy banga tevlîbûnê kir.