Ji Jinên Sûrê re Semînera 'Av jiyan e'
Berpirsên saziya avê DÎSKÎ û Şaredariya Sûrê bi jinên Sûrê re hatin ba hev û der barê israfa zêde ya avê de semînerek dan jinên beşdarî vê çalakiyê bûn.

Ev panela der barê çawaniya teserufa avê bi amadekarî û tevlîbûna navenda piştgiriya Jinê ya Ziya Gokalp (KADEM), Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ û jinên beşa midûriyet polîtîya Jinan a Şaredariya Sûrê pêk hat. Di panelê de li ser çawaniya bikaranîna avê û xerçkirina di cih de bi jinên herêmê re agahî hatin parvekirin.
Endama meclîsa DÎSKÎ Azîze Kutlu Deger bi tevlêbûna gerînendehiya têkliyên bi gel re derbarê mijara israfa avê de semînera Ji Jinên Surê Semînera 'Av jiyane' pêşkêş kirin. Azize Kutlu bal kişand ser zêdebûna nifûsa dinyayê û pê re jî kêmbûna çavkaniyên avê û wiha got: Heta ku ji me tê divê em ava xwe bi rengekî bê berpirsiyarî israf nekin û tenê li gorî hewcedariyên xwe yên bingehîn em bikar bînin. Her wiha divê ku em di vê mijarê de derdora xwe jî agahdar bikin û derbarê giringiya vê mijarê de wan serwext bikin.'
Di dawiya semînerê de ji bo ku ev mijar her di bîra jinên beşdar bûne de bimîne û bêtir derdora xwe ji vê mijarê haydar bikin, wekî diyarî ji wan re çanteyên ku li ser 'Av Jiyan e' hatine nivîsîn hatin belavkirin.