Ji Înisyatîfa Gel a Nisêbînê bangawazî

Ji Înisyatîfa Gel a Nisêbînê bangawazî

Însiyatîfa Gel a Nisêbînê, bang li gelê Nisêbînê ku sibê di çalakiya ku li navenda navçeyê pêk xwedî li 10 hezar girtiyên ku ketine greva birçîbûnê derkevin.

Însiyatîfa Gel a Nisêbînê di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ku armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Însiyatîfê da zanîn ku li dijî ji aliyê eniya gerîlayan ve bi ‘şerê gel yê şoreşger’ bersiv hat dayîn û diyar kir ev berxwedan îro li girtîgehan bi berxwedana 10 hezar girtiyan didome.

Însiyatîfê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Gelê Nisêbînî pêşengên kevneşopiya serhildanan e. Di têkoşîna azadiyê de bedelên mezin hatine dayîn û gelê Nisêbînê îro jî mîsyona xwe ya dîrokî bi cih tîne. Di şexsê Rêber Apo de ji bo azadiya gelê kurd divê bi ruhê serhildana pêvajoya dîrokî ya salên 90’î derkevin qadan û divê bi berxwedaneke topyekun xwedî li Rêber Apo û berxwedêrên zindanan derkevin.”

Însiyatîfa gel banga tevlibûna çalakiya dê roja sêşemê li taxa Şîrîna Nisêbînê saet di 13.00’an de pêk bê kir.