Ji Înîsiyatîfa Gel ji bo gelê Amedê bangawazî

Ji Înîsiyatîfa Gel ji bo gelê Amedê bangawazî

Ji ber astengiya polîsên rejîma Tirk, cenazeyên du gerîlayên HPGê ev du roj in nespartine axê. Înîsiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Amedê kir ku tevlî merasima girseyî ya cenazeyên gerîlayan ku dê li ber Mizgefta Baramolgû ya li navçeya Rezan bê lidarxistin bibin. Înîsiyatîfê got: “Çeteya AKPê pîvanên rêzdariyê yên li hemberî miriyan jî wenda kiriye.”

Înîsiyatîfa Gelê Amedê nerazîbûnek tund nîşanî êrîş û astengiya polîsên Tirk a li hemberî cenazeyên gerîlayên HPGê da û got: “Ev zîhniyeta ku bedenên mirovan ên hatine parçekirin weke rehîneyan li hemberî gelê me bi kar tînin, tehemul nake ku gelê me wana li gorî nirx û baweriya xwe rêwî bikin û êrîş dike.”

Merasîma cenazeyên gerîlayên Kurd Hakan Ceylan (Dîjwar Amed) û Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan) ên ku di 22'yê mijdarê de li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê polîsên rejîma Tirk ve tên astengkirin.

Înîsiyatîfê bi bîr xist ku polîsên AKPê derdora gorristanê dorpêç kir û naxwaze xwedî li cenazeyên gerîlayan derbikevin. Înîsiyatîfê da diyarkirin ku polîsên AKPê nahêlin cenazeyên gerîlayan bispêrin axê û got: “Tenê tiştek heye em ji hukûmeta AKPê û hevkar û xulamên wê re bêjin heye; Ger bedela wê mirîn jî be gelê me dê xwedî li şehîdên xwe derbikeve û guh nade dorpêçda dagirkeran û dê we ji welatê xwe derbixe.”

Înîsiyatîfa Gelê Amedê bang li gelê Amedê kir ku sibê saet di 11.00 de li ber Mizgefta Bayramoglû ya li navçeya Rezan a li Amedê kom bibin û got: “Divê gelê Amedê sibê derabeyan dabixe, kontakan bigire û şîn îlan bike. Divê hemû gelê me li cihê merasimê kom bibe û xwedî li şehîdên xwe derbikin.”,

EM AKP Û ÇETEYA WÊ HIŞYAR DIKIN

Înîsiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku çeteya Recep Tayyip Erdogan û Fethullah Gulen bi agir dileyizin. Înîsiyatîfê bal kişand ser berxwedana gerîlayan û girtiyên Kurd û destnîşan kir ku firsendeke 40 salî ketiye destê gelê Kurd û divê ji dest neyê berdan.

Înîsiyatîfa gel a Amedê bal kişand: ““Çeteya AKPê pîvanên rêzdariyê yên li hemberî miriyan jî wenda kiriye.” Înîsiyatîfê got: “Em careke din hişyar dikin” û wiha domand: “Divê dest ji vê bêpirsyartî û bêcidiyetiya xwe berde. An na, em diyar dikin ku em ê cîhanê bi ser we de hilweşînin û em careke din soza xwe nû dikin.”