Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek da û ji bo mîtînga ‘Ji bo jiyana azad hevgihîna wijdanê’ ya ku li Amedê pêk tê banga tevlibûna sehildanê kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê ji bo mîtînga sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk tê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi pêşengiya Rêber Apo ev 40 sal e Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têkoşîna azadiyê dimeşîne û niha di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Hikûmeta AKP’ê pirsgirêka kurd bi taktîka paşguhkirinê dimeşîne û li dijî van zextên li hemberî gelê kurd Rêber Apo bi şîara ‘Hebûna xwe parastin û çareseriya xwe bi xwe pêk anîn’ dema stratejîk ya 4’emîn di serî de bi xwe re daye destpêkirin û ev 15 mehe di bin tecrîdeke k udi dîrokê de nehatiye dîtin tê ragirtin. Vê berxwedanê di eniya gerîla û zindanan de êdî bi çalakiyên ‘Êdî bes e’ bersiv girtiye.”
Di berdewamiya daxuyaniya wiha hate gotin: “Îro ji bilî berxwedanê tu riyek tune. Ji ber vê jî ji vir şûnde gotinên der barê aştiyê de tu wateya wan tune. Aştî encex bi serhildan û berxwedana li her qadê dê pêk were.”
Însiyatîfê bi bîr xist ku grevên birçîbûnê ketiye roja 52’yemîn wiha pê de çû: “Ji bo ku destûrê nedin mirinên zindanan divê li her derê Amedê serhildan hebin. Li dijî polîtîkayên AKP’ê yên xapînok hewcedarî bi serhildanan heye û encex polîtîka bi vî awayî vala derkevin. Ji bo ku em sibê nebêjin ‘pir dereng e’ divê em îro dakevin qadan û jiyanê li kesên ku jiyana me teng kirine, bikin zindan. Divê ji îro şûnde zarokên kurd neçin dibistanan. Divê bacê nedin dewletê û divê em neçin saziyên dewletê. Divê em pergal dewletê li Kurdistanê felc bikin.
Divê em ala berxwedana zidanan bi biryara di 30’ê cotmehê de hate nîşandan di 3’ê mijdarê de dîsa li kolanên Amedê bilind bikin û bi ruhê Apocitiyê dewleta Tirk ji Kurdistanê derxin û divê em zindanan li serê zaliman xera bikin.”