Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) têkildarî girtiyê Kurd ê siyasî Saman Nasim ê ku li Îranê bi cezayê îdamê re rû bi rû ye daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li rejîma Îranê kir ku cezayê darvekirinê betal bike.
Rejîma Îranê bi berdewamî cezayê îdamê yê li dijî mirovahiyê pêk tîne. Herî dawî ciwanê Kurd ê bi navê Saman Nasim ê ku sala 2011'an bi hinceta “endamê partiyeke muxalefetê ye” hate girtin û li rastî îşkenceyê giran hat, bi cezayê darvekirinê hate cezakirin û dibe her kêliyek Nasim were darvekirin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Right Watch-HRW) têkildarî rewşa Nasim daxuniyeke nivîskî weşand.
‘DEMA HATE GIRTIN TEMENÊ WÎ JI 18 SALÎ JÊRTIR BÛ’
HRW’ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku dema ciwanê Kurd Saman Nasim hate girtin temenê wî ji 18 salî biçûktir bû û zarok bû. HRW’ê bang li rejîma Îranê kir ku demildest cezayê îdamê yê li ser Nasim betal bike. HRW’ê bal kişand ser rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û diyar kir ku 31 zarok bi cezayên îdamê re rû bi rû ne.
Di daxuyaniyê de rêvebera HRW’ê ya Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakûr Sarah Leah Whitson têkildarî rewşa Nasim agahî da û diyar kir ku dema hate girtin temenê wî ji 18 salî jêrtir bû û bang kir ku malbata Nasim bi tenê neyê hiştin.”
Li gorî agahiyên parêzerê Nasim û çavkaniyên nêzîkî malbata Nasim dane HRW’ê, dibe Nasim ê ku di girtîgeha Ûrmiyeyê de ye roja 19’ê Sibata 2015 bê bidarvkeirin. Her wiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Nasim bi hincetên “muxalefeta li dijî Xwedê” û “endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)” ye, Nîsana 2013’ê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin.
PARÊZER: MUWEKÎLÊ MIN BI AWAYEKÎ NE HUQÛQÎ HATIYE DARIZANDIN
Li gorî agahiyên parêzerê Nasim Ezîz Mojdeî dane dibe 19’ê Sibatê bê bidarvekirin. Prz Mojdei da zanîn ku muwekîlê wî Nasim bi awayeke ne hiqûqî hatiye darizandin û bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin û diyar kir ku muwekîlê wî bi hinceta “endamê PJAK’ê ye” hatiye girtin.
MALBAT: BI DARÊ ZORÊ VÎDEO PÊ DANE KIŞANDIN
Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzî malbatê dane HRW’ê Saman Nasim li Ûrmiyeyê ji aliyê rêxistina îstîxbatê Îtleata rejîma Îranê ve hatiye girtin. Çavkaniyê diyar kir ku Nasim bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û bi darê zorê vîdeoyek kişandine, di vîdeoya ku sala 2011 di televîzyonên dewletê de hatin weşandin kişandine û bi darê zorê bi Nasim hevoka “min muhafizên şoreşê kuştine” dane gotin.
HRW di daxuyaniya de bibîr xist ku li gorî raporên gihiştine destê wan di sala 2014'an de derdora 200 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin û bang li rejîma Îranê kir ku dawî li cezayê îdamê bîne.