Ji HPG’ê dîmenên serdergirtina Licê ya bi du kamerayan

Ji HPG’ê dîmenên serdergirtina Licê ya bi du kamerayan

HPG’ê dîmenên serdegirtina qereqola li navçeya Licê ya Amedê ya ku 2’yê mijdarê pêk hat weşand. Dîmen ji cihek nêzîk hatine kişandin û di dîmenan de tê dîtin ku gerîla ketine hundirê qereqolê û derbeyên giran li artêşa Tirk dixin.

Artêşa Tirk îdîa kiribû ku di encama çalakiya gerîlayan a li hemberî qereqola Angul a navçeya Licê ya Amedê ku 2’yê mijdarê pêk hat, de tenê leşkerek miriye û 6 leşker jî birîndar bûne. Lê li gorî HPG’ê gerîla ji çar aliyan ve bi ser qereqolê de giritn û di 45 deqeyan de bi dest xistin. Di encama çalakiyê de 25 leşker hatin kuştin û 1 tank, çeka otomatîk a A4 û balefirşkênek hatin rûxandin, 2 çekên G3 û 6 şarjorên wan û nasnameya leşkerekî hatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên ku HPG’ê dan, gerîlayan li karwana hêza mudaxeleyê ya ji 20 wesayîtan pêk dihat xistin û di encamê de wesayitek kîrpî hate rûxandin û 15 leşker hatin kuştikn.

Dîmenên vê çalakiya gerîlayan di Gerîlla TV de ahtin weşandin. Ji dîmenan dixuyê ku gerîla dikevin hundirê qereqolê û derbeyên dijwar li artêşa Tirk dixin. Her wiha dîwarê qereqolê tê hilweşandin.

Dîmenên 32 deqe di malpera Gerîlla TV ya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve tê birêvebirin de hate weşandin. (http://www.gerillatv.net/view_video.php?viewkey=00c7a771a15a852d2029))