Ji HPG’ê sererastkirin

Ji HPG’ê sererastkirin

HPG’ê diyar kir ku gerîla Meryem Brukîlîman a bi nasnavê Rozerîn Serdem a ku hatibû aşkerekirin ku jiyana xwe ji dest daye dijî. Hat aşkerekirin ku gerîlaya di vê pevçûna li navçeya Şemzînana a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da Azer Ensarînejad a bi nasnavê Rozerîn Kemanger e.

HPG’ê dabû diyarkirin ku di encama pevçûnên 16-19’ê mijdarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîla Meryem Brukîmîlan ya bi nasnavê Rozerîn Serdem jiyana xwe ji dest daye.

Bi daxuyaniyekê îro diyar kir ku gerîla Meryem Brukîlîman a bi nasnavê Rozerîn Serdem a ku hatibû aşkerekirin ku jiyana xwe ji dest daye dijî. Hat aşkerekirin ku gerîlaya di vê pevçûna li navçeya Şemzînana a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da Azer Ensarînejad a bi nasnavê Rozerîn Kemanger e û li Urmiyeyê ji dayik bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di navbera 16-19’ê Mijdarê de li bejahiya navçeya Şemzînana Colemergê 5 rêhevalê me gihîştibûn şahadetê û nasnameyên wan di daxuyaniya me ya di 23’ê Mijdarê de hatibû aşkerekirin. Rêhevala me Rozerin – Meryem Brûkimîlan a weke şehîd hatibû îlankirin, niha li yekîneya xwe tekoşîna xwe berdewam dike.”