Ji HPG’ê li Elkê li 3 nûqteyan çalakiyên hemwext

Ji HPG’ê li Elkê li 3 nûqteyan çalakiyên hemwext

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî 3 binkeyên cûda yên ku Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Taktîkê diparêzin çalakiyên hemwext li dar xistin.

Gerîlayên HPGê li dijî binkeyên leşkerî Kundik, Bêbolg û Çeperê yên Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Taktîkê sê çalakiyên hemwext pêk anîn. Hat diyarkirin ku ji binkeya li devera Çeperê pêta agir radibe. Hat diyarkirin ku piştî pevçûna 10-15 deqe berdewam kir, ronahiyên binkeyên leşkerî vemirîn.

Ji navenda navçeyê herêmên cihê çalakiyê hatin topbarankirin. Nehat zanîn ka wendahiyên canî hene an na.