Hevalên gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) a Elman, ku bi gotina "Ancax tevgereke milîtan dikare maşîna şer bisekinîne" di sala 1997'an de tevlî refên têkoşînê bû, name ji Muzeya Arîn Mîrxan a li ser sînorê Kobanê re şandin.
Li gundê Miseynter ê Pirsûsê, ku nobeda li ser sînor li gel berxwedana Kobanê dewam dike, Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrxan, bûn navendên mêvan lê vedihewin. Heta niha bi hezaran kesî pirtûkxane û muze ziyaret kirine û desteka ji bo wan roj bi roj zêde dibe.
'ANCAX PKK DIKARE MAŞÎNA ŞER BISEKINÎNE'
Mînaka piştevaniya enternasyonalîst a li Kobanê, li van gundên berxwedanê jî derket holê. Ji gelek deverên cuda yên cîhanê, mirov, sazî û civat hatin gundên berxwedanê û serdanên destekê kirin. Hevalên Andrea Wolf a PKK'yî ya di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest da, ku berî mehekê ji Elmanya û Swêdê hatin gundê Miseynterê, li welatên xwe ji Muzeya Arîn Mîrxan re name şandin. Nameya hevalên Wolf a bi gotina "Ancax tevgereke milîtan dikare maşîna şer bisekinîne" tevlî PKK'ê bûbû, li gund rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekir.
'RONAHÎ GIHAŞT RÊHEVALÊN XWE'
Nameya ji nivîsên kovaran, afîş û broşurên Andrea Wolf vedibêjin, ji aliyê wezîfedarê muzeyê Rifat Horoz ve teslîm hat girtin. Horoz got, "Adrea Wolf niha li cihê diviyabû lê be, ye. Li cem rêhevalên xwe cihê xwe girt."