Ji hawirdorparêzan nerazîbûna li nêçira li Gola Erçekê
Ji hawirdorparêzan nerazîbûna li nêçira li Gola Erçekê
Ji hawirdorparêzan nerazîbûna li nêçira li Gola Erçekê
Gola Erçek a Wanê ku tevî flamîngoyan zêdeyî 200 cûreyên çûkan vedihewîne, bi xeteriya nêçirvaniyê re rû bi rû ye. Hawirdorparêzan li dijî biryara ku Gola Erçekê weke qada nêçirvaniyê îlan dike, nerazîbûn nîşan dan.
Gola Erçekê ya 30 km dûrî Wanê ye, ji aliyê Muduriyeta Giştî ya Parkên Millî û Parastina Xwezayê ve ji bo salên 2013-2014'an weke qadeke nêçirvaniyê hat diyarkirin. Bi vê biryarê her kes dikare li gorî dilê xwe nêçirvaniyê bike. Hawirdoparêzan dan xuyakirin ku li Gola Erçekê li gel 200 cûreyan zêdeyî 20 hezar çûk lê dijîn û ev biryara ji bo nêçirvaniya giştî, bêhurmetiya herî mezin li pêşberî sîstema ekolojîk û xwezayê ye. Hawirdoparêzan xwestin ev biryar tavilê bê betalkirin.
‘BIRYAR TIRS Û XOFÊ DIXE DILÊ MIROVAN’
Serokê Komeleya Ciwanan û Ekolojiyê ya Wanê û Endamê Meclîsa Ekolojî ya HDK'ê Cevahî Yîgît Boke li hemberî biryara giştî ya nêçirvaniya li gola Erçekê nerazîbûn nîşan da û got, "Muduriyeta Giştî ya Parkên Millî û Parastina Xwezayê çav berdaye mafê jiyanê yê zindiyan û tevî teşwîkkirina nêçirvaniya di roja îro de veguheriye hobiyê, hewl dide xwezaya li herêma Serhedê bikuje. Çend roj berê li vê derê festîvala flamîngo hatibû kirin. Di şûna ku çalakiyên bi vî rengî werin teşwîkirin, herêm ji bo ekotûrîzmê bê bikaranîn de, biryardayîneke bi vî rengî ji aliyê mejî û wicdan ve nayê qebûlkirin. Ez ji mejiyê kesên ev biryar girtine, bi guman im."
Boke ragihand ku çûkên mijara gotinê di dema derbasbûnê de xwe li Gola Erçekê datînin û got, "Çûkên xwe li vir datînin, pêdiviyên xwe yên xwarin-vexwarinê tedarik dikin. Diyare ku bi vê biryarê re wê çûk zerarê bibînin. Wergirtina van biryaran ji navendê ve ji xwe şaş e, gelo mirovên li derdora Erçekê dijîn haya van ji vê biryar heye? Li vê derê tevî çûkan, mirov jî wê têkevin bin bandora vê rewşê. Weke mirovên li herêma Serhedê dijîn, em li dijî van qirkirinên xwezayê ne. Hikûmet di dema dawî de li herêm Serhedê her tim bi qirkirina xwezayê derket pêş, ev hovîtî tirs û xofê dixe dilê me."
‘EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN’
Boke da xuyakirin ku gelê herêmê li dijî vê biryar ne razî ye û bi berpirsyarî nêzî xweza û ekosîstemê dibe û got, "Biryarek bi vî rengî wê mirovên li vir dijîn, bêzar bike. Weke gel û saziyê, em vê biryarê qebûl nakin û eger biryar neyê betalkirin emê nerazîbûna xwe nîşan bidin.