Ji giyayê Sorsork dermanên diran û guh çê dikin
Ji giyayê Sorsork dermanên diran û guh çê dikin
Ji giyayê Sorsork dermanên diran û guh çê dikin
Gundiyê bi navê Suleyman ÇOLÎ ji giyayê sorsork derman ji bo îltîhabê guh û diranan çêdike.
Mamê Suleyman Çolî sala 1949'an li navçe Batûfa ya girêdayî Zaxo hatiye dinê û niha jî li wê derê dijî. Mamê Sûleyman ji giyayê xwezayê sûdwerdigire û ji bo nesaxiyan derman çêdike. Bi taybet ji giyayê Sorsorkê ji bo îltîhabên guh û diranan derman çêdike.
ŞÊWEYÊ ÇÊKIRINA DERMANÊ KURDÎNÎ YÊ ÎLTÎHABAN
Mamê Suleyman şêweyê derman çêkirine weha anî ziman “giyayê sorsork ê ku Biharê dertê û heyanî demsala Payîzê jî heye tu kom dike. Tu destpêkê giyayê sorsork hişk dike û piştre bezê bizina reş baş diperçiqîne. Piştî ku giya û bezê reş amade bûn, tu koziran datîne ser hesinekî û wî hesinî jî didîne ser tebeqek av. Piştre tu wî bezê reş didîne ser koziran û giyayê sorsork direşîne ser bezê reş. Wexta tu wisa bike dûman dertê. Ger îltîhab di guh de hebe, tu guhê xwe didîne ser wî dûmanî û divê tu betanî bi ser serê xwe de bike, kurmê di guh de nikarin bêhna wî giyayî tehemul bikin û ji guh û diranan dertên. Mentiqê bikaranîna avê ji bo tu bibîne ew kurm çawa dertên. Ew dermanê kurdînî ji bo îltîhaban bikaranîn zêdetir bi encam e.”
Pisporan hînê tecrûbe nekirine ku ji milê neyinî ve bandorê li ser tenduristiya mirovan dike an na.