Ji girtiyên Rihayê ji gelê Rihayê re banga, bêdeng nemînin!

Ji girtiyên Rihayê ji gelê Rihayê re banga, bêdeng nemînin!

Girtiyên Girtigeha Rihayê li çalakiya Serdar Yektaş xwedî derketin û xwestin êdî gelê Kurd û Rihayê li hemberî vê bêrûmetiyê bêdeng nemînin û li rûmeta xwe xwedî derkevin.

Girtiyên Girtîgeha Rihayê bi daxuyaniyekê li çalakiya xwendekarê fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Harranê Serdar Yektaş xwedî derket û bang li her kesî kir ku li rûmeta xwe xwedi derkevin. Girtiyan nameyek şand û di nameyê de wiha gotin:

Di 9' ê Cotmeha 2012’an de li pêşiya Fakulteya Ziraatê ya Zanîngeha Harranê xortê Kurd Serdar Yektaş yê 22 sali ji bo komploya navnetewi protesto bike, bedena xwe da ber agir. Vê çalakiyê em girtiyên li girtigêhan zarokên Kurd yên Rihayî ji dil êşandin. Lewra sedema vê çalakiya ku Serok Apo napejirîne û pê pir dîşe, kêm mayîna me, bêdengiya gelê me ye. Rê Heval Serdar nameya xweda dibêje, 'Îro 9'ê Cotmehêye 14. salvegera ji Sûryeyê derketina Birêz Ocalane. Em ciwanên kurdên ku li azadiya digerin; di zanin û dibinin ku vê komployê li ser Gelê kurd, Kurdistanê û destaniya gelê Kurd û Tirk bandeke reşati kiriye û em riya xilasiya ji vê tarîtiyê ji dizanin. Ji bo ronîkirina vê tariyê wekî Kurdên dewşîrme ne ampûl, dê beden bişewitinî. An azadî an azadî. Ji bêdengiya Rihayê re bersiva mine, Ji şiyarnebûna Rihayê re bersiva mine.'

Em weki dîlên Rihayî yên li girtigehan Kurdistan û Tirkyeyê vê peyama rê heval Serdar ji bo xwe wekî rexne û wekî ferman dibinin, dipejirînin. Divê gelê Rihayê jî êdi vê rastiyê bibîne. Di vê pêvajoya ku gelê me bi dil û can xwe daye tekoşînê, çavên xwe ji rastiyan regirtin, bi konevaniya AKP'ê bi oldarên derewîn hatine xapandin munafîqî û durûtî ya herî mezine. Em bawerîn ku gelê Rihayê li kokên xwe bizivire û rabirdûya xwe mêzeke, dê ji her kesî bêhtir rastiyan û nerastiyan baweriya rasteqîn û olperestiya derewîn ji hev cûda bike. Zarokên Rihayê yê herî bi xêr, lawê dayîkên me yên xwedawend, Hemşarê Hezretî Îbrahîm yê herî dilsoz di nava mercên herî dijwar de, di bin goşegiriyê de ye. Lê Riha bê denge. Divê were zanîn ku bêdengiya îro Nemrûdî bûyîne. Îro li Rihayê li pey ampulên AKP'ê meşîn diriya Nemrûdan di meşine îxaneta li Xelîl Îbrahime."

Girtiyan bang li gelê Rihayê kir û xwest li agirê bedena Serdar xwedi derkevin û li hemberî bêrûmetiyê bêdeng nemînin.

Girtiyên ku daxuyanî dan wiha ne: "Li sernavê girtiyên Rihayi yên li tevayî girtigihên Kurdistanê û Tirkyeyê: Adile Fidan, Ayfer Ayçiçeði, Fatma Ýzol, Şadiye Manap, Hayriye Ozkan, Ruşen Ozkan, Tuba Karatoprak, Ayfer Ekinci, Canan Guler, Mehmet Durak, Sakip Hazman, Mehmet Ozkan, Neşet Guven, Mehmet Sezer, M. Emin Çeçi, Mehmet Yayan, Cuma Ozkan, Sinan Sutpak, Mehmet Avci, Mehmet Acar, Halil Ogurlu, Ýbrahim Ogur, Salih Ozturk, Haşim Uzul, Nihat Ekmezi Nihat Şahin, Yilmaz Demir, Mehmet Kaya, Ali Çat, M. Ali Kayadag, Kazım Çalişir, Mahmut Demir, Ýsmail Karar, Mustafa Ersaslan, Sedat Altunay, Ýlhan Dayan, Habil Emen, Aslan Ozdemir, Mithat Kuş, A.Kadri Ercan, Ýbrahim Avci, Hasan Karaoglan, Ýbrahim Ayhan, Celal Çalişir, Mehmet Kurt, Nasrullah Kuran, Ýlhan Aslansoy."