48 girtiyên ji dozên siyasî yên di Girtîgeha Elbîstanê ya Mereşê de nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyek şandin. Girtiyan bal kişand ser polîtîkayên zilm, înkar û êrîşên li ser gelê Kurd û gotin; “Hûn jî li vê herêmê di nav siyasetê de cihekî girîng digirin. Trajediya dîrokî ya gelê kurd jiyaye we jî dît” û ev bang kirin; “Berpirsiyariya we heye. Ku divê hûn dengên wan girtiyên ku ji bo aştiyê bedenên xwe danîne holê, bibihîzin û bibin dengê wan.”
Girtiyên siyasî yên ku niha di greva birçîbûnê de ne ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyek şandin û banga bihîstyariyê li Barzanî kirin. Girtiyan bal kişand ser komkujî, înkar, qirkirin û trajediyên hatine serê Kurdan û gotin; “Bi hinek Kurdan “terorîst” hinakan “serok eşîr” û hinekan jî “hevkar” kirine re dek û dolabên xwe didomînin. Kesên ku bi siyasetê re mijûl dibin vê yekê dizanin ku ew nêzîkatî tê wateya kurdan tine hesibandin, bêrûmetkirin û bê nasname hiştine.”
Nameya girtiyan a ku kopiyek wê gihişt ANF’ê wiha ye:
“Birêz Barzanî!
Gelê Kurd di vê sedsala dawî de di qonaxên herî bi êş û xwînî re derbas dibe. Hûn bi xwe jî dijîn û dibînin. Pergalên Mêtînger bi hevkarên xwe yê li herêma me bûn yek û bi bêbextiyeke bê mînak, ji gelê Kurd ê mazlum re zilm rewa dîtine. Qîma xwe bi înkara Kurdan anîne. Dixwazin ku bi temamî hebûna kurdan tine bikin. Lewra Kurdan wekî “marê ku divê serê wî bê perçiqandin” dibînin. Pergalên dîktatorên Rojhilata Navîn ji Kurdan re komkujî, mişextî ango rêyên mirinê û êşên ku dane pir mezin û kurr in. Sedemên bingehîn ên ji vî gelê qedîm re danîne pêşiya wan bê rêbertî, bê rêxistin kêlî bi kêlî, roj bi roj e. Her kes dizane ku di domahiya dîrokê de pergala mêtînger bi qomployan bi konetî ango qurnazî û dek û dolaban ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî Kurdan berdane hev û gelê Kurd bi kar anîne. Bi vê armancê perçe kirine û ji hişmendiya yekbûna netewiyê dûr xistine.
JI HIN KURAN RE DIBÊJIN TERORÎST, JI YÊN DIN RE DIBÊJIN SEROK EŞÎR
Îro jî bi heman polîtîqayan bi tenê fikirandina berjewendiyên xwe yên siyasî yekbûna netewiya kurdan napejirînin û dixwazin kurdan tune bikin. Ger nikaribin vê yekê pêk bînin wê bi destê dewletên herêmê û hevkarên xwe bi nijadperestiya çandî vê kurdîtiya ku kêrî wan tê pêk bînin û vê mebesta xwe bi zindî girtinê ve ji bo ku Kurd negihîjin statûyeke siyasî ji destên wan çi tê wê dikin. Bi hinek Kurdan “terorîst” hinakan “serok eşîr” û hinekan jî “hevkar” kirine re dek û dolabên xwe didomînin. Kesên ku bi siyasetê re mijûl dibin vê yekê dizanin ku ew nêzîkatî tê wateya kurdan tine hesibandin, bêrûmetkirin û bê nasname hiştine.
Kurdên ku ji bo jiyaneke bi rûmet û azad têdikoşin, gelek tişt bi dest xistine. Ew hişmendiyên ku ji destkeftiyên kurdan bihesidin pir dibînin, xetere dibînin. Hîna jî dev ji lêgerîna xwe ya, kurdan berê pêsîra hev didin û bikin dijminê hev. Ji bo vê stratejiya xwe pêk bînin polîtîqayên qirêj dimeşînin. Ji bo van mebestên xwe pêk bînin. Di serî de bi hêzên leşkerî, tehdît û arîşetiyan ango şantajan tevdigerin. Heger ev nebin jî dixwazin bi tecrîdê kurdan bikirin û bi birçîhiştinê tine bikin.
ŞER JI HEQÎQETA KURDAN PIR DÛR E
Têkoşîna azadiyê ku îro li çar parçeyên Kurdistanê didome, ji aliyê dewletên herême ve tê xwestin ku bi wesayetên leşkerî re bê perçiqandin. Ji kurdên ku di domahiya dîrokên xwe de di refên aşitî, demokrasî û mafên mirovan de cih girtine re ev polîtîkayên ku rewa tê dîtin bêwîjdaniya herî mezin e. Kurdan ti caran şer wekî amûrek serkeftinê nedîtine û nepejirandine. Kurdan trajediyên bi êş dîtine. Ji ber wê rêbaza “tenê şer” ji heqîqeta kurdan pir dûr e. Kurd her ku dibêjin aşitî li hemberî xwe zordest û dagirkerên navneteweyî dibînin.
KESÊN DIBÊJIN “EZ KURD IM” TÊN GIRTIN Û CEZAYÊ HÊRÎ ZÊDE LI WAN TÊ BIRRÎN
Tevgera me di vê zanebûnê de ye ku aşitî karê têkoşînê ye. Her çiqas kurdên bi tevger, stratejî, siyaset û polîtîka çêdikin wê ji aştiya ku mirovatiyê tişta herî birûmet dibîne tawîz nade û wê nede. Ji bo aştiyê bi şahidiya we û bi navbeynkariya agirbest û hevdîtinên çêbibûn bi taybetî bi hişmendiya leşkerî ya komara Tirkiyeyê hate pûçkirin bêçaretî şer dom kir. Şerê ku vê dawiyê diqewimin bi temamî hişmendiya dewletê û partiya vê dewletê ya AKPê ye. Partiya me di vê mijarê de bi diyalog û guftogoyan hestiyariyek da xuyakirin. Lê taqtîkên xapandinê tê pûç kirin û tecrîda herî giran û polîtîkayên zilmê yên li Îmraliyê pêk tên, hewldanên aştiyane yên serokatiya me tê hebakirin. Sîtavkên van polîtîkayan di operasyonên siyasî û leşkerî de xwe dide nîşandan ku di dîrokê de operasyonên bi vî awayî nehatine dîtin. Di heyama faşîst a 12ê Îlonê de jî ewqas sîyasetmedarên kurd nehatine girtin û girtîgeh ewqas nehatine dagirtin. Di wê astê de ye ku kesên dibêjin “Ez kurd im” tên girtin û cezayê hêrî zêde li wan tê birrîn. Dîsa di berdewama vê ferasetê de ji kesên ku stranên bi kurdî dibêjin, zimanê xwe yê dayîkê bikartînin re rêyên girtîgehan an jî çiyayan tê nîşandan. Di zagonên qorsan û formalîte yên dewletê de tê gotin ku pêşiya zimanê kurdî vebûye, lê bi taybetî zimanê kurdî ji aliyê dadgehan ve bi red û înkarê re rû bi rû dimîne. Hê jî polîtîkayên nijadkûjî û şemarok ango înkarê ên li ser zimanê ku mafên mirovan ên bingehîn e û ji dayikbûnê tê didomin. Ti girtiyek an jî kurdek di dadgehan de nikare bi zimanê xwe parastina xwe bike û nikare bi vî şêweyî xwe bi xwe îfade bike. Nêzîkatiya li serokatiya me ku piraniya kurdan dibêjin “vîna min e” sedema şer û aştiyê ye. Dewleta Tirk di vê zanebûnê de ye ku biryara şer a kurdan bi nêzîkatiya li ser van her du mijaran tê diyarkirin.
Ji îro pêve li nêzî bîst girtîgehan nêzî 200 hevalên me ji bo tecrîda Îmraliyê bi dawî bikin, astengiyên li pêşiya zimanê dayîkê rakin û bi van re aştiyeke birûmet û riyên diyalogê vebibin di birçîbûna bêdem û bê dorveger de ne.
WE TRAJEDIYA DÎROKA KURDAN JIYAYE
Hûn jî li vê herêmê di nav siyasetê de cihekî girîng digirin. Trajediya dîrokî ya gelê kurd jiyaye we jî dît. Hûn pir baş dizanin ku ji ber çi aşitî ji bo kurdan bûye biryareke pîroz û dev jê nayê berdan. Ji ber vê em hemû hêvî dikîn ku hûn jî ji vê qonaxa ku em têre derbas dibin nêzîkatiyên herî erênî raber bikin. Berpirsiyariya we heye. Ku divê hûn dengên wan girtiyên ku ji bo aştiyê bedenên xwe danîne holê, bibihîzin û bibin dengê wan.
Em li jêr navên ku hatine nivîsandin, di nav hêviyê de ne ku ji ew çalakiya ku ji bo li cihê şer aşitî, li cihê mirinê jiyan serdest bibe hatiye destpêkirin re hûn jî hestiyariyek nîşan bidin û xwediyê hewldanekê bin:
Kemal Demirbaş, Îsmaîl Tuzun, Erdal Laçîn, Salîh Şimşek, Îzzettîn Saîn, Saît Kaya, Mehmet Avci, Gokhan Gokmen, M. Emîn Mutlu, Abdo Şêxo, Sûphan Oruçlu, Şafî Yildirim, Hakkî Dursun, Firat Bulut, Ahmet Îsmaîl, Mustafa Reşît, Îdrîs Hasan, A. Kadîr Şahîn, Felemez Erdem, Adîl Abî, Ahmet Turan, Abuzer Kaplan, Maksut Atalay, Sînan Sûtpak, Abdullah Demîr, Veysel Kurt, Hûseyîn Aslan, Mehmet Yoldaş, Abdullah Hasan, Bedrettîn Kaya, Hûseyîn Torunoglu, M. Emîr Îbrahîm, Mehmet Ayçîçek, M. Fatîh Demîroglu, Nurî Yeşîl, A. Kadîr Temel, Faysal Encû, Veysî Başçîvanci, Sadik Almakça, Muhammed Mustafa, Hasan Goksungur, M. Durak Karak, Abdullahman Oral, Bedrettîn Uzunboy, Îdrîs Bîngol, Erdal Demîr, Gokhan Ongulu, Mahfuz Dûndar, M. Emîn Akdag, M. Emîn Şen, M. Akkaş Bablîs, Yûksel Gokbaş û Hilmî Olsoy... Silav û Rêzdariyên me
Girtiyên Azadiyê”