Ji girtiyan derbarê grevê de daxuyanî

Ji girtiyan derbarê grevê de daxuyanî

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û wiha got: “Der barê daxuyaniya dawî ya ku me da de ji ber ku şaş neyê fêmkirin em daxuyaniya xwe nû dikin. Gireva maya birçîbûnê ya bê dem û dorneveger ya k udi 12’ê îlona 2012’an de dest pê kir, li gelek girtîgehan jî bi koman heval tevlî grevê bûne. Wekê tê fêmkirin ne hemû hevalên girtîgehê, her girtîgeh li gorî hejmara xwe û li gorî çarçoveya hatiye danîn bi koman tevlî çalakiyê dibin.

Kaya destnîşan kir ku çalakiya grevê ya ku di 12’ê îlonê dest pê kiriye ketiye roja 38’an. Kaya wiha got: “Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kiribûn. Di daxuyaniya me dawî de ji ber ku hinek agahî şaş neyên fêmkirin em daxuyaniya xwe zelaltir dikin. Greva me ya di 12’ê îlonê dest pê kir carna bi koman hevalên me yên girtîgehên cuda tevlî bûne. Weke tê fêmkirin ne hemû hevalên girtîgehên, her girtîgeh bi komî li gorî çarçoveya hatiye danîn tevlî dibin. Heta ku daxwazên çalakiya me neyên cih dê grev bidome. Di serî de gelê me yê welatparêz û hemû rayagitşî ya demokrat divê xwedî li vê çalakiyê derkeve.”