Ji girtîgehan nameyek jî ji bo Talebanî

Ji girtîgehan nameyek jî ji bo Talebanî

Ji girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de Mustefa Reşîd ê di Girtîgeha Elbîstana Mereşê de nameyek ji Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê yê YNK’ê Celal Talebanî re şand û got; “Em di vê pêvajoya dijwar de ji bo ewlehî, tendurîstî û azadiya Rêberê me birêz Ocalan, zext û zilma li ser zimanê me yê dayikê bête rakirin, ketine çalekiya birçîbûnê, ya bêdem û bêdorveger” û ev bang li Talebanî kir; “Em bi israr û girîngî ji we dixwazîn ku hûn wekî Serokkomarê dewleta Iraqê û wekî Rêberekî Kurd dest biavêjin tecrîda li ser Rêberê me û li ser vî esasî bi hestiyarî nêzîkê çalakiya me ya bêdem û bêdorveger bibin.”

Greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, di roja 38’emîn de ye. Rewşa girtiyan êdî gihiştiye astek krîtîk. Ji çalakgerên grevê Mistefa Reşîd ê di Girtîgeha Elbîstanê de nameyek ji Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî re şand û xwest ji bo daxwazên girtiyan pêk bên bikeve nava hewldanan.

Nameya ku ji Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî ya YNK’ê Celal Talebanî re hate şandin û kopiyek wê gihişt destê ANF’ê wiha ye:

“Ji Serokkomarê Dewleta Iraqê birêz Celal Talebanî re!

Merhaba Birêz Mam Celal!

Di serî de ji bo we saxî, naşdarî û kêfxweşî daxwaz dikim. Ji jiyan û xebata we re serkeftin dixwazim.

Hûn jî dizanin li ser her bostek xaka Kurdistanê her kêlî û her roj xwîna keç, xort û ciwanên me yên leheng ên gelê me dirije. Em wekî gel neçar in çanda xwe, zimanê xwe, nasname û welatê xwe biparêzîn. Ev parastin tenê bi hêza leşkerî û çekê ne pêkan e. Cîhan îro li hemberî têkoşîna gelê Kurd a mafdar û rewa kerr û lal tevdigere. Xwezî bi vê helwesta xwe ya ne dadwer û ne mafdar bimana. Ev cîhana berjewendî û qezenca xwe di ser mafê gel û kêmneteweyan ên herî pîroz re bigirin û dibînin, têkoşîna gelê Kurd û tevgerên wê yên azadîxwaz û aştîxwaz, di lîsta “terorê” de bi cih dikin. Neheqiya îro li ser serê gelê me dimeşînin. Di ti dema dîrokê de li ser gelekî din nehatiye pêkanîn. Wekî gelê kurd bi doz û hebûna xwe em her tim kirine qurbana berjewendiyên xwe. Di warê navneteweyî de alîkariya leşkerî, siyasî, aborî û îstixbarî didin dewletên statûkoparêz ên Kurdistan dagir kirine. Li hemberî vê neheqî û terora navneteweyî, ku li ser gelê me yê mezlûm dimeşînin pêwîste her mirovekî xwe demoqrat, aştîxwaz, xwe xwedî wijdan dibîne bêdeng û bêbertek namîne.

Birêz Talebanî hûn jî baş dizanin ku hêzên desthilatdar her çiqas jî destek û alîkariya hêzên navneteweyî têde wergirtibin jî ev dewletên sîtemkar hêza herî mezin ji perçebûna gelê kurd, qelsiyên rêxistinên eşîretperest, perçeperest û feraseta bila ya min be bila biçûk be hêz standine. Ji ber kîjan hincetê dibe bila bibe hevnegirtin û rewşa welatê me yê perçekirî, serkeftina li ser sênîka zêrîn pêşkêşî dagirkerên Kurdistan dike.

Di dîroka gelan de firsendên gelek giranbiha û mezin sed salê carekê derdikeve holê. Ji van firsendên dîrokî derketine pêşberî gelê me jî, lê ji ber hincetên têne zanîn ji aliyê gelê me ve nehatiye nirxandin. Bi gotinek din bi avê de berdaye.

Birêz Talebanî, em wekî gelê Kurd di şêmoqek dîrokî re diborîn, lê gelê me vê carê birêxistinkirî, xurt û heta radeyekê yekîtiya xwe pêk aniye. Vê carê xuya ye gelê Kurd wê destûr nede dîroka bêyom, da ku xwe dubare bike. Gelê Kurd îro şermeke zêrîn dijî. Di vê bihara Kurdî de para her kurdekî xwedî xîret û bi namûs tê de heye, lê para herî mezin teqez a sereke ya birêz Abdullah Ocalan e. Mixabin avakarê vê ronesansa Kurdî îro di bin tecrîd û îzolasyoneke mezin de ye. Ev tecrîd hêrsa hêzên gerîla û gelê me zêde dike. Ev jî dibe sedema şerekî dijwar.

Birêz Talebanî; em jî wek dîlên Tevgera Azadiya Kurdistan, em di vê pêvajoya dijwar de ji bo ewlehî, tendurîstî û azadiya Rêberê me birêz Abdullah Ocalan, zext û zilma li ser zimanê me yê dayikê bête rakirin, em ketine çalekiya birçîbûnê, ya bêdem û bêdorveger. Banga me dîlên azadiyê ji we, hûn destek bidin armanca çalakiya me, di warê berjewendiyên gelê Kurd de hişyar û berpirsiyar tevbigerin. Lewre hêz û tecrûbeyên we yên dirokî û siyasî, dîsa pozîsyona hûn tê de, dikare bandorek ber biçav li ser polîtîqayên Tirkiye ên dij Kurda bike. Em bi israr û girîngî ji we dixwazîn ku hûn wekî Serokkomarê dewleta Iraqê û wekî Rêberekî Kurd dest biavêjin tecrîda li ser Rêberê me û li ser vî esasî bi hestiyarî nêzîkê çalakiya me ya bêdem û bêdorveger bibin.

Herî dawî em we bi rêzdarî silav dikîn, ji bo we salên dirêj ên bi tendurîstî dixwazîn û di xebatên we de serkeftin dixwazîn.

Li gel rêz û silavan

Mistefa Reşîd

Girtîgeha Elbîstan a Gimgimê tîpa E”