Ji Geverê ji guleyên çeteyan reviya, lê li Wanê bû hedef

Remziye Bor a ducanî, ku îro li Wanê bû hedefa guleyên çeteyên Qesrê hat, hat hînbûn ku ji ber terora dewleta Tirk ji Geverê koç kiribû.

Çeteyên AKP/Qesrê li taxa Xaçort a Wanê avêtin ser malekê. Çeteyan li vê derê gule li malbata Bor reşandin, ku di nav de mirovên extiyar jî hebûn. Di vê êrîşê de 3 gule li sîng û stuyê Remziye Bor a bi 7 mehan ducanî ye ket û bi giranî birîndar bû. Bor rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê û niha li unîteya beşa lezgîn tê ragirtin. Hat ragihandin, rewşa tenduristiya Bor xetere ye.

PIŞTÎ ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN QESRÊ KOÇBERÎ WANÊ BÛBÛ

Remziye Bor a ku îro li Wanê bû hedefa guleyên çeteyên Qesrê û bi giranî birîndar bû, hat hînbûn ku berî mehekê ji Geverê ji ber terora dewleta Tirk koçî Wanê kiriye. Malbata Bor bi alîkariya xizmên xwe, li taxa Xaçortê ji xwe re malek dît û wê derê bi cih bû. Malbata ku ji Geverê ji guleyên çeteyan reviya, li Wanê bû hedefa heman guleyan.

...