Gerîlayên HPG’ê 8’ê mijdarê li navçeya Şaxê ya Wanê rê kontrol kir. Artêşa Tirk herêma Zapê topberan kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) da zanîn ku gerîlayan 8’ê mijdarê li navçeya Şaxê ya Amedê rê kontrol kirin û herêma Zapê jî hatiye bombebarankirin.
HPG-NÇR’ê got: “Di 8’ê Mijdarê de di navbera saet 14.30-16.30’an de li navçeya Şaxa Wanê li sêgoşeya Xawişta û Xumarê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirn û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku 8’ê Mijdarê di navbera saet 08.00-09.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapêye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.