Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê, gerîlayan li Mêrdînê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistine. HPG’ê têkîldarî detayên çalakiyê agahî parve kirin, wiha got:
“23’yê Nîsanê saet 13.10’an hêzên gerîlayên me li mintiqa gundên Jor û Xanîka Jêr ya di navbera navçeyên Şemrex a Mêrdînê û Çinara Amedê de li hember otobusa tîmên taybet ên ji Nisêbînê diçûn Amedê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di otobusa bi giranî hate derbkirin de bi dehan mirî çêbûn, lê hejmar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi 6 ambûlans û 4 helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine. Piştî çalakiyê, heta saet 18.00’an rêya ku çalakî lê pêk hatiye li trafîkê hate girtin. Ev çalakiya ji bo bîranîna hevalên me yên li Amedê şehîd ketine û şehîdên berxwedanê yên Nisêbînê hate lidarxistin.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
OPERASYONA LI LICÊ DIDOME
“23’yê Nîsanê artêşa TC li qada Şehîd Navdar a girêdayî navçeya Licê ya Amedê û derdora wê dest bi operasyonek berfireh kiriye. Di operasyonê de şer qewimîn, balafirên şer jî bomberdûman pêk anîne. Operasyon hê jî didome, detayên bi dest bikevin jî wê bi raya giştî re bêne parvekirin.
23’yê Nîsanê li ser rêya Amed-Çewlikê bi wesayîtên zirxî dest bi operasyonekê kirine.
BALAFIRÊN ŞER HEFTANÎN BOMBE KIRIN
23’ê Nîsanê saet 00.00-02.00’an balafirên şer ên Tirk Dola Şehîd Delîla û derdora gundê Keşan ê girêdayî herêma Heftanîn ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirine.
LI HEMBER LEŞKERAN ÇALAKÎ
24’ê Nîsanê saet 09.00’an li derdora girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li qada Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê tevgera leşkerî ya artêşa TC çêbûye. Hêzên gerîlayên me saet 09.00’an li hember artêşa TC bi çekên giran çalakî li dar xistin. hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehate zelalkirin.”