Ji gerîlayan li Kerkukê operasyon: Sê gund hatin rizgarkirin

Di encama operasyona hevpar a gerîlayên HPG-YJA Star û pêşmergeyan a li Kerkukê 3 gund hatin rizgarkirin, du girên li herêmê jî ketin kontrola gerîlayan.

Di daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya Kerkukê de hat gotin ku li herêmên Til Werdê û Dûbîz ên li başûrê bajarê Kerkukê li hember gundên di kontrola çeteyan de operasyoneke ku hêzên pêşmerge û gerîlayên HPG-YJA Star beşdar bûne û hêzên koalîsyonê piştgiriyê didin hat lidarxistin.

Di encama operasyona ku balafirên hêzên koalîsyonê dane sibehê bi awayekî zêde bombardûman kirin destpê kir, li herêma Til Werdê gundên Mekteb Xalid, Sultan Mereb, Nehrewan û girên li derdora Til Werdê û Xerabê Rût hatine bidestxistin.

Li gor daxuyaniya fermandariyê çeteyên DAIŞ’ê ji gundên Simayîlaway Gewre, Siyamîlaway Biçûk û Serxe yên girêdayî navçeya Dûbîz reviyane û ev gund ketine kontrola pêşmergeyan.