HPG’ê derbarê rêze çalakiyên li Colemêrgê agahî dan û diyarkir ku, gêrîlayan li dijî du helîkopterên kobra û skorsky yên cebilxane dibirin û tabûra Çelê çalakî pêkanîne.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî rêze çalakiyên li Colemêrgê agahî dan û wiha ragihand: “21’ê Mijdarê di demjimêr 10.00’an de li navçeya Geverê li dijî helîkopterên ji qereqola Oremarê re cebilxane vediguhezandin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin . Di encama çalakiya li dijî 2 helîkopterên kobra û skorskyê, kobrayek û skorskyek bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama lêdanê de her du helîkopterên derbe xwarine naçar mane ji herêmê dûr bikeve.”
HPG-NÇR di derbarê çalakiya li dijî tabûra Çelê jî agahî dan û diyarkir ku, “21’ê Mijdarê di navbera demjimêrên 15.00-16.00’an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî Tabûra Êrîşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de avahiya tabûrê, çeperên tank û çekên giran bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Bombebaranên dijmin heta 22’ê Mijdarê danê sibê jî bi navber berdewam kir.”