Ji gelê Qendîlê ji bo berxwedana zindanan piştgirî

Ji gelê Qendîlê ji bo berxwedana zindanan piştgirî

Li binarê Qendîlê herêma navdeşt li gundê Pukrûska bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên ketine greva birçîbûnê, ji aliyê tevgera hemwelatiya azad û yeksan ve daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), tevgera ciwanan û tevgera jinan jî amede bûn. daxuyanî ji aliyê desteya rêveberiya meclisa Hemwelatiya Azad û Yeksan Dr. Derbaz Salîh ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate diyar kirin ku berxwedan di roja îro de li zîndanên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê de berdewam dike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştgirî û xwedî derketina li berxwedan zîndanan erkek me ya wijdanî, dîrokî û mirovahî ye.”

Dr. Derbaz bal kişand ser berxwedana ku li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê bi rêve diçe û got; “Ev nêzî 54 rojin ku berxwedêrên zîndanê di bin hemû şêweyên êşkencê de li ber xwe didin û tu mafên mirovahî ji wan re nayê nasîn. Ji ber vê em bê dengiyên ku li hember vê rewşê heye şermezar dikin û îro beriya sibe em dixwazin ku girtiyên azadiyê werin azadkirin. Ji ber vê em weke tevgera hemwelatiya azad û yeksan dixwazin ku hemû gelê me derkeve kolanan û piştgiriyê bidin vê berxwedanê.”

Memoste Umer jî der barê heman mijarê de wiha axivî û got; “Divê hemû gelê me li çar perçeyên Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Bi taybet jî pêwîste birêz Mesûd Berzanî û Celal Talabanî di vê mijarê helwestên xwe diyar bikin û ji bo azadiya Rêberê gelê kurd û girtiyên azadiyê bikevin nava kar.”

Memoste Umer wiha dirêjî da gotinê xwe; “Çawa ku Tirkan di dîrokê de komkujiyên mezin li ser gelê Ermenî pêk aniye, dixwaze di roja îro de jî heman tiştî li ser gelê kurd jî bike. Lê bila her kes bizane ku ev siyasetên wiha tu caran encam nagire. Ji ber vê pêwîste hemû rayardarên siyasî hewildanên hîn mezintir bidin, ji bo girtiyên zîndanan azad bibin û gelê kurd derbasî qonaxke din bibin. Gelê kurd tiştê ku di demên bihûrî de nekirine dixweze di roja îro de bi dest bixe, ji ber vê pêwîste hemû gelê kurd dakeve kolanan û dawa li azadiya Rêberê xwe û girtiyên azadiyê bikin.”