Ji doza KCK'ê ya Êlihê li gel nûçegihana DÎHA’yê 6 kes hatin berdan

Ji doza KCK'ê ya Êlihê li gel nûçegihana DÎHA’yê 6 kes hatin berdan

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Êlihê ya ku jê 34 girtî ya 40 kesan li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê pêk hat. Di rûniştina dozê de nûçegîhana DÎHA'yê Gulsen Aslan jî di nav de 6 kes serbest hatin berdan.

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Êlihê ku 34 jê girtî 40 kesan di 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê pêk hat. Rûniştina ku cara duwemîne tê dîtin ji ber tengasiya cih, rûniştinê di 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê de hate kirin. Polîsan weke hemû dozên KCK'ê dora edliyê û hawirdorê dorpêç kiribû û di noqteyên lêgerînê de lêgerîn dikir.

Rûniştina ku hinek girtiyên siyasî yên jin jî heyî ji ber sedema "Ewlehiyê" neanîne, bersûcên girtî yên din amade bûn. Beriya rûniştin destpê bike girtiya jin ya bi navê Muhlîsa Akgul ku bênavber dikuxiya û dilê wê germ dibû ji leşkeran ve ji salonê hate derxistin.

Piştî îdîaname hatin xwendin û parêzeran parastin kirin heyetê navber da. Pişti navberê heyeta dargehê derbarê Nûçegîhana DÎHA'yê Gulsen Aslan, Ahmet Eşî Yok, Suleyman Kaya, Şafak Çelen, Yaşar Kurt û Taybet Kizmaz de biryara berdanê da. Derbarê 28 kesan de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê rûniştina dozê taloqî 26'ê kanûnê kir.