Ji Doza 'KCK'ê ya Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan

Ji 25 kesên ji doza KCK’ê ya Cizîrê yên li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dihatin darizandin 23 kes serbest hatin berdan.

Ji 25 kesên ji doza KCK’ê ya Cizîrê yên li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dihatin darizandin 23 kes serbest hatin berdan.

Ji 25 kesên ku sala 2011 bi biryara dadgehan di encama operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî gelê Kurd di bin navê “KCK” de pêk hatin li Cizîrê hatin girtin, 23 kes bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê serbest hatin berdan.

Heyeta dadgehê de biryara da ku girtina Mehet Tunç û Dervîş Taniş ên ku di çarçoveya heman dozê de hatin girtin, berdewam bike.

Tevî Şaredarê berê yê navçeya Hezexa Şirnexê Resûl Sadak 23 kes serbest hatin berdan.