Ji Ciwanên Şoreşger banga tevlîbûna pêşwazîkirina 'Meşên Dirêj'

Ji Ciwanên Şoreşger banga tevlîbûna pêşwazîkirina 'Meşên Dirêj'

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, bang li hemû kesî kir ku tevlî pêşwazîkirina ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Meşên Dirêj’ dane destpêkirin û dê sibe bigihîjin Qamişloyê, bibin.

“Meşên Dirêj” ên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin de, ji Dêrik û Dirbêsiyê 3 roj beriya niha hatibûn destpêkirin, sibe li bajarê Qamişlo bi dawî dibin. Ciwanên Şoreşger, têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Ciwanên Şoreşger dewletên di nava komployê de cîh digirin şermezar dike û wiha hat gotin: “Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger, li hemberî van hêzên ku li ser navê azadiyê, gelan di komkujiyê re derbas dikin, li ser xeta Rêber Apo û azadiya wî têkoşîna xwe bilind dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê çarçoveyê de tevgera ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tecrîdek giran li ser heye, “Meşên Dirêj” dane destpêkirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî Efrîn û Kobanê meşên li herêma Cizîrê ji Dêrik û Dirbêsiyê ber bi Qamişloyê ve hatine destpêkirin û ev tişt hatin gotin: “Meşa Dêrikê ji goristana Şehîd Xebat, meşa Dirbêsiyê jî, ji goristana Şehîd Rustem Cudî hate destpêkirin. Hevalên dê sibe bigihîjin Qamişloyê. Me jî, ji bo pêşwazîkirina hevalên xwe amadekariyên xurt kirine.”

‘QAMÝŞLO NAVENDA SÝYASETA ME YE’

Derbarê sedema hatine Qamişlo de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Qamişlo navenda siyaseta me ya Rojavayê Kurdistanê ye. Wekî hinek derdor dibêjin navenda siyaseta vir Hewlêr nîn e. Lewre em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger navenda siyaseta xwe wekî Qamişlo dibînin. Me meşên xwe jî, bi vê ferasetê ber bi Qamişlo ve dane destpêkirin. Kesên dixwazin ji bo berjewendiyên gelê kurd xebatê bigirin jî, divê Qamişlo esas bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesî û bi taybetî jî, bang li ciwanan hate kirin ku tevlî çalakiya pêşwazîkirina meşvanan bibin.

Meşvanên ji Dêrik û Dirbêsiyê tên dê sibe li Xaçerêya Qermutê bigihîjin hev û tevlî “Meşa Înê” bibin.