Ji çavên Çekdarê biçûk Hezex...
Navçeya Hezexê, bi dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê re dişibe bajarekî dagirkirî.
Navçeya Hezexê, bi dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê re dişibe bajarekî dagirkirî.
Navçeya Şirnex Hezex, bi dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê re dişibe bajarekî dagirkirî. Avahiya ji 3 qatan a li navçeyê ku cihê rêxistina DBP'ê ya navçeyê jî lê bû bi temamî hatiye xerakirin û xirbeyên wê jî bi qemyonan hatiye rakirin.
Li taxa Tûrgût Ozalê, ku êrîş lê giran bû, em ketin hundirê malekê. Li goşeke vê malê Çekdarê 6 salî rûniştî bû, ku pêlîstokên xwe yên şikestî danîbû pêşiya xwe.
Xaniyê ji du qatan ê malbata çekdar, ji ber topbaranê bi temamî xera bûye. Çekdarê biçûk ê li derdora xwe dinêre, hewl dide rewşê fêm bike. Li pêşiya wî jî wesayîtên wî yên pêlîstok ên şikestî.
Em bi dizî wêneyê Çekdarê biçûk dikişînin. Dema bi me dihese jî yekser nîşaneya serketinê dike û bi gotina, 'pêlîstokên min şikandin' gilî dike. Di nava xirbeyê xanî de li pêlîstokê xwe geriya ye û dîtiye.
Hêzên dagirker, ne tenê ji bo xerakirina xaniyan, ji bo şikandina hêviya mirovan, şikandina çanda berxwedanê êrîş dikin. Ya ku vê nîşaneya serketinê bi Çekdarê biçûk dide kirin, zindîtiya hêvî û berxwedanê ye.
Gelê Hezexê jî li benda gelê Kurd û raya giştî ye ku bi piştgiriyê re bersivê bidin ji nû ve avakirina bajêr.