BI DÎMEN

'Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes berê xwe bide Amarayê'

Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir, amadekariyên wan ên ji bo çalakiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin û ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bang li gelan kir, ku li Amarayê li hev bicivin.

Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir, amadekariyên wan ên ji bo çalakiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin û ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bang li gelan kir, ku li Amarayê li hev bicivin.

Hevserokên Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz û Bahar Oktay ên amadekariyan dikin 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma 'Bi ruhê Newrozê re ber Amarayê ve" li navçeya Riha Xelfetiyê pîroz bikin, ji ANF'ê re axivîn.

Temîzyuz diyar kir, ew ê mîna her salê îsal jî rojbûna Ocalan bi tevlîbûna bi sed hezaran kesî pîroz bikin û anî ziman, amadekariyên wan gihaştine asta dawî. Temîzyuz da xuyakirin, pîrozbahî wê di 3'ê Nîsanê de destpê bikin û di 4'ê Nîsanê de li Qada Azadiyê ya li Xelfetiyê pêk were.

Temîzyuz bal kişand ser nûçeyên di 'medya hawiz' de li ser 'qedexekirina' pîrozbahiyê hatine weşandin û diyar kir, ev nûçeyên tên weşandin ji bo pêşîgirtina li tevlîbûna pîrozbahiyê ye. Temîzyuz got, "Weke saziya yekane ya serlêdana pîrozbahiyê kiriye, heta niha ti teblîgateke fermî ji me re nehatiye. Lewma ti agahiyeke qedexekirinê ji me re nehatiye ragihandin."

'ROJA TECRÎDÊ DESTPÊ KIR WÊ BIBE ROJA ŞIKANDINA TECRÎDÊ'

Di dewama axaftina xwe de Temîzyuz got, "Ji sala 2004'an û vir ve bi pêşengiya TUHAD-FED'ê, gelê Kurd û gelên bindest tevî hemû astengî û qedexeyan ji bo pîrozkirina rojbûna Birêz Ocalan berê xwe daye Amarayê û 4'ê Nîsanê pîroz kiriye. Ji salên bihurî cudatir divê îsal gel ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û pêkanîna azadiya Ocalan berê xwe bide Xelfetiyê, Amara. Her kesî dît, pêvajoyên bêyî Ocalan ber bi ku ve diçe. Lewma, ji bo dawîanîna li vê rewşa bi tecrîdê re rû da, divê Birêz Ocalan azad bibe û weke sermuzakerevan li maseyê vegere. Salvegera tecrîda li ser Ocalan wê bibe roja şikandina tecrîdê. Her wiha 4'ê Nîsanê wê bibe roja ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya hat qedandin. Rojbûn wê bibe roja pêşîvekirina li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

'GEL WÊ BI TEVLÎBÛNA GIRSEYÎ BIRYARÊ PÛÇ BIKIN'

Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay jî destnîşan kir, ku ji bo dawîanîna li rewşa kaotîk, çalakiyên 4'ê Nîsanê yên îsal gelekî girîng e û diyar kir, ji bo aştî û jiyana bi hev re ya gelan divê tevlîbûneke xurt were kirin. Oktay di vê çarçoveyê de bi taybetî bang li jinan kir.

Oktay, ji bo biryara Walîtiya Tirk a li Rihayê, ku dixwaze çalakî û civînên di navbear 1 û 6'ê Nîsanê de li Riha û navçeyê wê asteng bike, anî ziman ku ev biryar ji aliyê hiqûqî ve di sparteyeke xwe nîne.

Oktay got, "Ji bo pûçkirina vê biryara Walîtiya Rihayê me ji aliyê hiqûqî ve serlêdanên xwe kirin. Gel jî wê bi tevlîbûneke girseyî careke din nîşan bide ku ev biryar ne hiqûqî ye û wê pûç bike. Em bang li hemû gelan dikin ku bi rengekî herî xurt tevlî van pîrozbahiyan bibin."

...