Ji bo Şêx Meqsûd banga alîkariya derman li civaka navneteweyî hat kirin
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku di hedefa êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê de ye, rayedarê Heyva Sor a Kurd parêzer Amed Dawûd li ser rewşa dawî ji ANF'ê re axivî.
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku di hedefa êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê de ye, rayedarê Heyva Sor a Kurd parêzer Amed Dawûd li ser rewşa dawî ji ANF'ê re axivî.
Rayedarê Heyva Sor a Kurd ê li Şêx Meqsûd Dawûd bang li civaka navneteweyî kir. Dawûd diyar kir, ku ji ber tinebûna dermanan, mirovên di êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê de birîndar bûne, rewşa wan xetere ye.
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku di hedefa êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê de ye, rayedarê Heyva Sor a Kurd parêzer Amed Dawûd li ser rewşa dawî ji ANF'ê re axivî.
'BARÊ NAVENDA TENDURISTIYÊ GIRAN BÛ'
Dawûd da zanîn, Navenda Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a li taxa Şêx Meqsûdê, xizmeta tenduristiyê dide mirovên ji ber êrîşên ENKS û KNS'ê birîndar bûne. Dawûd diyar kir, bi giranbûna êrîşên çeteyan re ji meha Sibatê ve barê navenda wan a tenduristiyê girantir bûye.
Dawûd ragihand, çeteyan hemû rêyên ketin û derketina bajêr girtine, nahêlin malzemeyên tibî û derman bigihêjin taxê û gelek birîndar ji ber ku nikarîn sewqî nexweşxaneyê bên kirin, jiyana xwe ji dest dane.
Dawûd ji civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariyê xwest, berê xwe bizîvirînin Şêx Meqsûd û dermanan jê re bişînin.
'LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NEMÎNIN'
Dawûd bang li civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariya însanî kir, ku li pêşberî êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd bêdeng nemînin.
Rayedar diyar kir, di êrîşên çeteyan ên li hemberî taxê de heta niha zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 650 birîndar bûne û anî ziman, ku tevî agirbesta li Sûriyeyê jî ji rojên dawî yên meha Sibatê û vir ve li gelek deveran êrîş tên kirin.
Dawûd ragihand, çeteyên KNS û ENKS'e bi taybetî jin û zarokan hedef digirin û destnîşan kir, ku ev yek bi awayekî vekirî binpêkirina agirbestê.
Dawûd da xuyakirin, ku di van êrîşan de ji her celebî çekên giran tên bikaranîn, gelek mirovên jiyana xwe ji dest dane bi çekên li qada navneteweyî hatine qedexekirin hatine qetilkirin û diyar kir, ev yek bi awayekî vekirî sûcê şer e.