Ji bo şervanê YPG'ê Tûrgût mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Tûrgût Çîftçî (Şervan Çekdar) ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Ebexê mewlûd hat dayîn.

Di mewlûda li gundikê Şorikê de gelek Kurdistanî amade bûn.
Li dû xwendina duayan Serokê MEYA-DER Şaxê Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û got, "Şehîd Tûrgût ê ku di emrê xwe yê ciwan de canê xwe ji bo welatê xwe feda kir, zilma li Kurdan tê kirin ji nedîtî ve nehat û bi lehengî gihîşt şehadetê. Em bejna xwe li pêşberî Tûrgût û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî ditewînin. Bila serê tevahiya Kurdistanê sax be, bila serê Rêber Apo sax be, serê malbata wî sax be."
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî got, "Bila serê tevahiya gelê me sax be. Em bi saya şehîdên xwe gihaştin van rojan. Ew nebûya ne navê me wê hebûya ne, nasnameya me, ne jî hebûna me. Ev 40 sal in bi hezaran ciwanên Kurd ji bo azadiya me canê xwe feda kirin. Ji ber vê yekê, ji bo em hêjayî wan bin divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Tevahiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ji çavên bi hezaran dayikan rondik bariya ye, dilê bi hezaran bavan bi êş e. Ji dawî li van êş û azaran bîne Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Hikûmeta AKP'ê di her firsendê de ev pêvajo pûç kir. Em ê jî pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, her bi pêş ve bibin."
Bavê Çîftçî yê YPG'yî Mûstafa Çîftçî jî got, "Tûrgût şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo gelê xwe, ji bo axa xwe canê xwe feda kir. Bila serê gelê Kurd sax be, serê Rêber Apo sax be."
Mewlûd bi belavkirina nanê xêrê, bi dawî bû.