Ji bo rûniştina doza endamên KESK’ê banga tevlîbûnê

Ji bo rûniştina doza endamên KESK’ê banga tevlîbûnê

Rêveberiya demê ya KESK'ê ya Stenbolê bi armanca piştgiriyê bidin KESK'iyên girtî meş li dar xist û ji bo rûniştina 72 KESK'iyên 22 kes jê girtî banga tevlîbûnê hate kirin.

Rêveberiya Demê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) ya Stenbolê ji bo piştgiriyê bidin KESK'iyên girtî ji Duryana Taksîm Tramvayê heta ber Lîseya Galatasarayê meşek li dar xistin. KESK'iyên li Qada Taksîmê hatin cem hev pankrata "Ji KESK'iyan re azadî, Em di 10'ê nîsanê li Enqere ne" vekirin û wêneyên kesên girtî hilgirtin û sloganên "Komplo dê vala derbikevin" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Gelek kedkar bi zarokên xwe tevlî meşê bûn û li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Di çalakiya rûniştinê de nameya jinên kedkar a ji Girtîgeha Bakirkoyê şandin hate xwendin. Endamê Rêveberiya Demê yê KESK'ê Kadrî Kilici daxuyanî xwende û diyar kir ku li hemberî KESK û sendîkayên birêdayî KESK'ê operasyon pêk hatin. Kilici, anî ziman ku zextên li dijî KESK'ê bi ramanca "hêza her dînamîk a kedê bêbawer bikin" pêk tên û armanca van operasyonan jî ev û dê ligel van operasyonan têkoşîna xwe berdewam bikin. Kilici, da zanîn ku di sala 2012'an de di bin navê operasyonên "KCK'ê" de li hemberî 72 hevalên me yên hatin binçavkirin û jê 22 kes hatin girtin doz hate vekrin û rûniştina dozê ya ewil dê di 10'ê nîsanê de bê dîtin û wiha got: "Em dê di 10'ê nîsanê de ji bo hevalên me serbest bên berdan û piştgiriyê bidin wan em dê bi 10 hezaran kes li Enqere bin."

Çalakî bi slogan û çepikan bi dawî bû.